Sûcdarê îstismara zayendî hat berdan

RIHA - Li navçeya Sîweregê ya Rihayê sucdarê îstismara zayendî Yilmaz Ç., ku bi sucdariya îstîsmara 3 zarokên jin hatibû binçavkirin hat berdan.

Li navçeya Sîwegerê ya Rihayê duh ciwanê 25 salî Yilmaz Ç. bi sucdariya îstîsmara 3 zarokên keç ên temenê wan di navbera 9- 12 salî de hat binçavkirin û îro serbest berdan. Zaroka 12 salî A.K ku rastî êrişa îstîsmarê hat, rewşa xwe bi malbatê re parve kir û bûyer derket holê. Piştî vê yekê malbatê îxbar kir û polîsan tacîzkarê 25 salî Yilmaz Ç., N.Y. û M.T. li ser sûc girtin. Yilmaz Ç., piştî ji aliyê polisan ve hat binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriya Komarê ya Sîweregê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza kir. Heyeta dadgehê Yilmaz Ç., de bi şertê "Kontrola Edlî" serbest berda.