AMED - Rûniştina doza parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Çaglar Demirel û Îmam Taşçier ên ji ber axaftina televizyonê doz li wan hat vekirin hat ditin. Wekîlên girtî nehatin berdan û doz taloqî 20'ê Cotmehê kirin.
Rûniştina doza parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Çaglar Demirel ên girtî tên darizandin û Îmam Taşçier ê serbest tê darizandin, li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Der barê parlamenteran de bi hinceta beşdarî televîzyona Med Nûçe bûne bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kirine" "Meclisa Tirkiye û gelê tirk biçûk xistiye" doz hatibû vekirin. Der barê wekîlan de ji bo her kesekî 3 sal û 6 meh heta 10'an salan ceza dihat xwestin. Di rûniştina dozê de Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier û parêzerê xwe amade bû. Îdrîs Baluken ê li Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 1 a Kocaeliyê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî rûniştinê nebû. Çaglar Demirel ku li Girtîgha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sincanê jî diyar kir ku bi riya SEGBİS'ê dê îfade nede. Taşçier, di rûniştina dozê de îfadeya xwe ya berê dubare kir û sucdarî red kir. Parêzerê Taşçier Sedat Çinar jî parastin kir û wiha got: "TEM'ê der barê daxuyaniya 10'ê Cotmeha 2015'an a li pêş AZC û axaftinên Med Nuçe de dosya amade kirine. CD amade kirine. Wekî muwekilên me jî gotin heta ku em li wan CD' yan guhdar û temaşe nekin em nikarin parastinê bikin. Prz. Soran Haldi Mızrak jî anî ziman ku der barê axaftinan de doz hatiye vekirin, lê ji ber kijan axaftinê kijan tawanbarî hatiye kirin nehatiye aşkerekirin. Em dixwazin dadgeh van îdîayan zelal bike û naveroka CD bi mere parve bike da ku em karibin parastinê bikin.
Parêzerê Îdris Baluken û Çaglar Demirel Serdar Çelebî jî anî ziman ku muwekilê wî Îdris Baluken ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarîbû beşdarî rûniştina dozê bibe û muwekila wî Demirel jî diyar kiriye ku bi riya SEGBİS'ê beşdarî doza nabe. Heta ku muwekilên me parastin kirin em dê parastinê bikin.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a bila parêzerê Serokezîr Davutoglu, Serokmokar Erdogan û Cîgirê Serokwekwezîr Yalçin Akdogan mudahilî dozê bibin red kir. Heyetê xwest Baluken û Demirel di rûniştinek din de bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bibin. Heyetê ji bo dozger idianameyê temam bike doz taloqî 20'ê Cotmehê kir.