QSD: Em ê Tebqayê dewrî Meclîsa Sivîl a Tebqayê bikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê têkîldarî rizgarkirina Tebqayê diyar kir ku piştî ku li navenda bajar hemû bermahiyan paqij bikin dê bajar dewrî Meclîsa Sivîl Tebqayê bikin.

Têkildarî rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê daxuyaniyeke da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa bi operasyona daketina ezmanî bi hevkariyeke berfireh a di navbera hêzên me hêzên koaslîyona navdewletî, di êvara roja 21‘ê adarê de dest pê kir. piştî planên berfireh û bi baldarî, hêzên me karîbûn aliyê rojhilat ê bendavê derbas bikin. Li ser vê yekê du baskên operasyonê li balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê gihiştin hev û di vê çarçoveyê de qonaxa yekemîn dest pê kir û bajêr hatin dorpêçkirin.

'GELEK KOMÊN TEROSÎT TESLÎM BÛN'

Di Qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me ji 3 aliyan ve derbasî bajêr bûn û xetên parastinê yên dijmin şikandin û ew neçar kirin ku veghêjin avahiya Bendava Firatê û taxên derdora wê. Dijminên me her carê sivîl wekî mertalên zindî bi kar di anîn. Ev hişt ku hêzên me operasyona bi baldarî û hişyarî bi dome û li pêşiya lezkirina operasyona me bibe asteng. Piştî çend rojan ji operasyonê, şervanên me karîbûn dijmin ji sivîlan qût bikin, ev jî hişt ku moralên wan dakeve. Hejmareke mezin ji endamên komên terorîst xwe radestî hêzên me bikin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê careke din derxist hole ku DAIŞ li hember berxwedaniya lehengî ya şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk bişkên û gelek ji wan neçar kirin ku teslîm bibin, gelek din jî ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn û di avahiya Tehekum a bendavê de diparastin, ketin destê şervanên me. Hemû hewldanên çeteyan yên xwe di nava sivîlan de vedişartin bi ser nekin. Ev yek nemerdiya çeteyên DAIŞ‘ê û te hemûla wan a îhaneta ji bo we parastinê, destnîşan kir.

10‘ê vê gulanê, me karîbûn bajarê Tebqa û bendava Firatê bi temamî ji çeteyan rizgar bikin û sivîlên di herêmê de xelas bikin.

'EM SPASIYÊN XWE LI GEL DIKIN'

Li ser vê yekê, em spasiya şêniyên herêma Tebqa yên bi rûmet dikin ku ji bo rizgarkirina bajrê xwe li kêleka şervanên me bûn, dikin, her wiha em bang li ciwanên herêmê dikin ku tevlî nava hêzên me bibin û xwe bi rêxistin bikin da ku herêmên xwe bi parêzin.

Her wiha em spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî ku bi hêz beşdarî operasyona rizgarkirina Tebqayê bibûn dikin

'EM Ê DEWRÎ MECLÎSA TEQBAYÊ BIKIN'

Em ji raya giştî re radighînin ku piştî paqijkirina bajêr ji mayîn û bermahiyên operasyonê, em ê rêveberiya bajarê Tebqayê radestî meclîsa sivîl a Tebqayê bikin, dê li gel hêzên ewlekariya hindirîn a girêdayî wê parastina herêmê bikin.

Em radigînin ku Saziya Bendava Firatê, saziyeke niştimanî, Sûrî ye û dê xizmeta hemû herêmên Sûriya bike.

Em vê serkeftina lehengî li şehîdên operasyona Tebqayê û şehîdên Qereçoxê û hemû cangoriyên azadiyê pîroz dikin.”