Hevseroka MEYADER'ê Dîcle hat berdan

AMED - Hevseroka MEYADER'ê ya bi KHK'ê hate girtin Ayşe Dîcle hate berdan.

Doza Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya yên Xizmên xwe Windakirine ya Mezopotamyayê (MEYADER) a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin û ji ber beşdarî merasîma cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bûye û di Meclîsa BAjar de cih girtiye bi daxwaza 20 sal ceza hatibû veekirin li 4'emîn dadgeha Cezeya Giran a Amedê hat dîtin. Dîcle, 2 bersûcên bêyî girtî tên darizandin û parêzerên wê di dozê de amede bûn. Hevseroka KCD'ê leyla Guven û parlamenterên HDP'ê, rêveberên MEYADER'ê yên berê û xizmên bersûcan doz şopandin.

Pİştî tespîta nasnameyan Dîcle parastina xwe bi kurdî kir û sûcdarkirinên der barê xwe de qebûl nekir. Piştî parastinan dozger xwest rewşa girtîbûna Dîcle berdewam bike. Parêzerên Dîcle jî di parastinê da gotin ku sûcdarkirin bêbingeh in û xwestin muwekîla wan bê berdan.

Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û Dîcle bi şerta "kontrola edlî" serbest berda. Doz hate taloqkirin.