ÎDIR - Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa jî di navde 6 kes hatin girtin.
Li Îdirê di 9'ê Gulanê de Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û Midûriyeta Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa jî di navde 14 kes binçav kiribûn. 7 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya 7 kesan girt, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" şandin dadgehê. Heyeta dadgehê jî Zeki Silkin berda û Hevserokê HDP'ê yê Îdîrê Safa, rêveberên HDP'ê Agit Kaya û welatî Yakup Malgaz, Nurettin Gelturan, Ali Turgut û Hayrettin Kizilgun jî di navde 6 kes girtin. 7 kesên din jî lêpirsîna wan a li mûdiriyeta polîsan didome.