Konseya Çapemeniyê: Bila rojnameger Yaruk û Guven bên berdan

NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Çepemeniyê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Serhat Yaruk û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Malpera Înternetê ya Rojnameya Cumhuriyetê cumhuriyet.com.tr Oguz Guven da. Konseyê xwest rojnameger bi lezgîn bên berdan.

Konseya Çapemeniyê têkildarî binçavkirina rojnameger Serhat Yaruk û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Malpera Înternetê ya Rojnameya Cumhuriyetê cumhuriyet.com.tr Oguz Guven daxuyanî da. Konseyê xwest rojnameger bi lezgîn bên berdan. Konseyê diyar kir ku li Tirkiye 159 rojnameger girti ne û 100 rojnameger jî tên lêgerîn û wiha got: "Rojnameger Serhat Yaruk û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Malpera Înternetê ya Rojnameya Cumhuriyetê cumhuriyet.com.tr Oguz Guven hatin binçavkirin. Di vê dema ku em li bendê ne rojnamegerên girtî serbest bên berdan û darizandin, rojnamegerên nû tên binçavkirin û irtin. Binçav kirin û girtina rojnamegeran li dervê demokrasiyê ye. Em wekî konseya çapemeniyê dixwazin hemû rojnamegerên girtî bên berdan."