Greva piştevaniyê Gergerlîoglu dewr girt: Berxwedana sivîl tê astengkirin

STENBOL - Dr. Faruk Gergerlîoglu yê greva piştevaniyê ya ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin dewr girt mudaxaleya polîsan a li Enqereyê şermezar kir û got ku berxwedana sivîl tê astengkirin.

Dr. Faruk Gergerlîoglu yê greva piştevaniyê ya ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kar hatibûn avêtin li Kadikoyê hatiye destpêkirin di roja 8'emî de dewr girt. Gergerlîolu yê greva li Qada Kalkedonê ya Kadikoyê dewr girt diyar kir ku ji ber ku ji şerê li welat re gotiye "Na" hatiye îxrackirin. Gergerlîoglu diyar kir ku KHK zilm in.

Gergerlîoglu da zanîn ku wekî bijîşkekî ew dizane ku grevên birçîbûnê di bedena mirovan de encamên çawa dihêle û wiha got: "Ligel ku ez îmzakerê Akademiya Aştiyê nînim jî min xwest piştgiriyê bidim wan. Ji bo piştevaniya wan nehewceye ku mirov bibe îmzekar. Em hemû mexdûrê KHK'ê ne. Jibilî vê jî em hemû mirov in divê em piştgiriyê bidin wan."

Gergerlîoglu êrîşa ku polîsan li cadeya Yukselê ya Enqereyê li hemberî kesên ku piştgirî dan Gulmen û Ozakça şermezar kir û nirxandina "berxwedana sivîl tê astengkirin" kir.

Gergerlîoglu bang li îktidarê kir ku daxwazan qebûl bike.