ŞIRNEZ - HDP’ê biryara bêşopandinê ya derbarê 28 kesên li jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsîn.
Ji bo 28 kesên di jêrzemînên Cizîra Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn serlêdana sûc hatibû kirin û biryara bêşopandinê hatibû dayîn, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez ev biryar bir rojeva meclîsê. Îrmez ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bi bersivîne pêşniyarpirsek pêşkêş kirû bersiva van pirsan xwest:
“*Di dema qedexeyên derketina kolanan ên Cizîrê de peywirdarên hêzên çekdarî ên fermana operasyonê dan hêjî peywira xwe didomînin? Ji van peywirdaran di çarçoveya ‘lêpirsîna FETO’ de çend hatine îxrackirin an jî girtin?
*Di gotinên şahidan, raporên hatine weşandin û îfadeyên kesên cenaze şûştine de tê gotin ku cenazeye 177 kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatine şewitandin û perçekirin. Ji bo vê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê got ‘derbarê parastina rewa hatiye derbaskirin de tu delîl ne hatine tesbîtkirin’ û biryar da ku tu hewceyî li pey giliyan bezînê tune ye. Di çarçoveya biryarê de sînorên parastina rewa çine? Dozger sînorên parastina rewşa li gorî pîvanên kîjan hiqûq, wijdan û tibê dinirxîne?
*Hemû avahiyên li qada jêrzemînên Cizîrê lê ne, hatine hilweşandin û cihê van avahiyan dewrî TOKÎ hatine kirin. Beriya pêvajoya jêrzemînên Cizîrê bi dawî bibe, hilweşandina van avahiyan û dayîna îhaleyê nayê wateye ji holê rakirina delîlan? Dozger derbarê vê de tu îtîrazek kiriye?
*Nasnameya 177 welatiyên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest daney hatine tesbîtkirin? Di karên otopsiye de li gorî Protokola Minnesota tevgeriyane yan na? Ev welatî li gorî raporên otopsiye çawa jiyana xwe ji dest dane?
*Derbarê kesên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane de lêpirsînek hatiye destpêkirin û delîl li gorî hiqûqê hatine komkirin? Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên malbatên kesên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane hatine girtin?
*Ji sala 2002’yan heta roja îro, di hemû çalakiyên ku faîlên wan hêzên çekdarî ne de heta niha çend dosya bi biryara bêşopandinê bi encam bûne? Derbarê vê mijara ku di wijdana raya giştî de birînek mezin vekiriye de ji aliyê wezareta we ve xebatek tê kirin.”