AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a ku hatibû girtin di doza xwe ya ji ber axaftina 2011'an hatiye vekirin de wiha got: "Me bi hevalên xwe re ji bo cudakarî û nehiqûqiya ku li hemberî me tê kirin qebûl nekin biryara tevlînebûna dozan girt. Ez dixwazim bibêjim ku nehiqûqiya li dijî me hê jî didome."
Doza parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di doza xwe ya ji ber axaftina ku 2011'an hatiye vekirin de a ku der barê wê de 18 sal ceza tê xwestin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Aydogan bi SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê beşdarî dozê bû. Parêzerên Aydogan jî li salona dadgehê amade bûn.
'BIRYARA DADGEHA QANÛNA BÎNGEHÎN TÊ PAŞGUHKIRIN'
Piştî tespîta nasnameyan Aydogan parastina xwe kir û wiha got: "Di 20'ê gulanê de destnedayînên me li dijî qanûna bingehîn hat rakirin. Me bi hevalên xwe re ji bo cudakarî û nehiqûqiya ku li hemberî me tê kirin qebûl nekin biryara tevlînebûna dozan girt. Ev biryar ji bo rêza îradeya li hemberî milyonan kesên ku em hilbijartine hatibû girtin. Ez dixwazim bibêjim ku nehiqûqiya li dijî me hê jî didome. Girtina me nîşaneya vê yekê ye. Dadgeha Qanûna Bİngehîn ji bo parlamenter Mustafa Balbay û Engîn Alan biryarek dabû û gotibû bi girtî nikarin bên darizandin. Li gorî vî biryarê ez û hevalên min ên parlamenter ên hatine girtin divê bêyî girtî bên darizandin, dixwazim vî bibêjim. Dixwazim dadgeh vê lêkolîn bike. Rêgeza herî esasî ya dewleta hiqûqê ya demokratîk cudatiya hêzan e. Ji van ya herî girîng jî serbixwebûna darazê ye. Mudaxaleya rêveberinê ya darazê tu caran nayê qebûlkirin."
'TEVLIBÛNA CENAZE DIVÊ SÛC NEYÊ DÎTIN'
Aydogan têkîldarî îdiayan jî waha got: "Ji bo hemû meşên ku em beşdar bûne fezleke hatiye amadekirin. Xebatên parityên siyasî sûc nînin. Malbatên ku li vir dijîn û zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û dengên xwe dane me, li bendê ne ku em tevlî merasîmên cenazeyan bibin. Tevlîbûna cenazeyan di heman demê de peywirekî morvî ye. Divê em di rojên biêş de li cem mirovan bin. Divê tevlîbûna cenaze wekî sûc neyê dîtin. Tevlîbûna min a cenaze li ser esasî mirovî ye. Li vir fikrekî min a propagandaya rêxistinê bikim nîne."
'ÎDIANAME BÊBINGEH E'
Parêzerê Aydogan, Devrîm Bariş Baran jî di parastina xwe ya bi 4 rûpelan pêk tê de wiha got: "Di îdianameyê de jibil3i niyet xwendinê tiştek tuneye. Îdianame di warê madî û hiqûqî de bêbingeh e. Muwekîla min parlamenter û siyasetmedar e. Daxuyaniya çapemeniyê ya ku bûye mijara sûcdarkirinê, serdana şînê, beşdarbûna merasîma cenaze têkîliya wî bi bangawaziya rêxistinê ve hatiye girêdan. Daxuyaniyên muwekîla min di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye. Ez beraeta wê dixwazim."
Parêzer YUnus Muratkan jî diyar kir ku mafên ku bi qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin kirina mijara darizandinê nayê fêmkirin.
DOZGER CEZA XWEST
Dozgerê dozê piştî parastinan xwest ku Aydogan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" "li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan derketiye", "ligel ku endama rêxistinê nîne jîli ser navê rêxistinê sûc kiriye" ev sûcên ku kiriye ji ber ku di 2011'an de hatine kirin di çarçoveya Qanûna Hejmar 6352 bê taloqkirin.
Aydogan û parêzeran ji bo parastina xwe bikin dem xwestin. Dadgehê ji bo parastin bê kirin doz taloqî çileya 2017'an kir.