Piştî tayînkirina qeyûm şaredar hat binçavkirin

DERSIM - Piştî ku li Şaredariya Pêrê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm hat tayînkirin Şaredar Huseyîn Çetînkaya hate binçavkirin.

Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Pêrê ya navçeya Mezgêrdê ya Dersimê kir û Şaredar Huseyîn Çetînkaya ji peywir durxist. Li şûna Şaredar Çetînkaya Qaymeqamê Mezgêrdê Kenan Aktaş hate tayînkirin. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin û Şaredar Çetînkaya hat binçavkirin.

Piştî ku Çetînkaya hat binçavkirin li avahiya şaredariyê lêgerîn hat kirin.