STENBOL - Doza derbarê endama ÇHD’ê parêzer Zeycan Balci Şîmşek a ku di dema çalakiya rûniştinê ya li ber dadgeha Stenbolê de ji ber êrîşa polîsan pişta wê şikest û 7 parêzerên din de hatibû vekirin hat dîtin.
Doza derbarê endama ÇHD’ê ya bi KHK’ê hat girtin parêzer Zeycan Balci Şîmşek a ku di dema çalakiya rûniştinê ya li ber dadgeha Stenbolê de ji ber êrîşa polîsan pişta wê şikest, parêzer Mursel Onder, Dîren Yeşîl, Gokmen Yeşîl, Guray Dag, Şukriye Erdem, Aycan Çîçek, Yagmur Ereren, Avnî Guçlu Sevîmlî û Naciye Demîr bi sûcdariya “destûr nedane peywirê bi cih bînin” hatibû vekirin li 47’emîn Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin.
Şîmşek, Ereren û Sevîmlî wekî bersûc û gelek parêzer tevlî dozê bûn. 7 parêzerên wekî bersûc tên darizandin jî tevlî dozê nebûn. Di çarçoveya dozê de 4 polîs jî bi wekî gazindeker tevlî dozê bûn.
Piştî nasandina nasnameyan, 3 parêzerên wekî bersûc tên darizandin parastina xwe kirin. Di parastinan de parêzeran diyar kirin ku polîsan êrîşî wan kirine û divê polîs wekî sûcdar bên darizandin.
Polîsên wekî gazindeker tevlî dozê bûne jî beyanên kêm ên di îfadeyên xwe de dubare kirin. Piştre parêzerên alî parastin kirin.
Heyeta dadgehê doz taloqî 13’ê Cotmehê kir.