Piştgiriya Gulmen û Ozakça zêde dibe

HATAY - Piştgiriya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên ji bo parastina mafê xwe 65 rojin di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe zêde dibe. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îskenderûnê daxuyanî da û xwest mafê wê bê dayîn.

Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça ku bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin 65 rojin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Piştgiriya ji bo Gulmen û Ozakça her ku diçe zêde dibe. Li gelek bajarên Tirkiye çalakî tên lidarxistin û piştgiriyê didin wan. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îskenderûnê ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îskenderûnê Alî Karadaş, diyar kir ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi deh hezaran kedkar ji karê xwe hatine îxrackirin û ewrê reş bi ser welat de girtiye. Karadaş, anî ziman ku van pêkaninan kedkar û karker xistine rewşek xerab û kedkar mexdûr kirine. Karadaş, anî ziman ku Gulmen û Ozakça 65 rojin li navenda Enqereyê di çalakiyê dene û xwest her kes dengê wan bibhîze û wiha got: "Em dê li dijî van pêkanînên derhiqûqî heta dawî rawestin û heta dawî li mafê hevalên xwe xwedî derkevin."