‘Kiryarên Elçî neyên dîtin berpirsyar hikûmet e’

AMED - Parlamentera HDP’ê Meral Dnaiş Beştaş di çalakiya ji bo kiryarên Tahîr Elçî bên dîtin de axivî û got: “Di demek her der tê guhdarkirin û temaşekirin de nedîtina kiryarên Elçî ne pêkan e. Heke ku qatil neyên dîtin berpirsyarê ve yekê hikûmet e.”

Wek her hefteyê vê hefteyê jî bo boneya kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bên dîtin û dosya lêpirsînê bi awayekî zû bi rêve bê birin li ber Edliya Amedê di hefteya 76’an de çalakî hat li darxistin. Di çalakiyê de gelek parêzer, rêveberên Baroya Amedê û Parlementera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş amade bûn û pankarta “Em te jî bîr nakin” hat hildan. Di çalakiyê de ewil rêveberê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û destnîşan kir ku li gel ku 76 hefte di ser qetilkirina Elçî de derbas bû jî lê hêj kiryar nehatine dîtin û got lêpirsînek bi bandor pêk nehatiye.

Piştî Bati, Parlementer Meral Daniş Beştaş jî axivî û diyar kir ku li Tirkiyek ku her roj ew bi binçavkirin û girtinan şiyar dibin ne lê ev bû 76 hefte kiryarên Tahîr Elçî qetil kirin nehatine dîtin û got bi taybetî piştî hewldana darbeya 15’ê Tirmehê bi deh hezaran derbarê wan de biryara girtinê hatine dayîn. Beştaş da zanîn ku rojnameger, parlementer, serok şaredar û siyasetmedar di bin navê darbeyê de tên girtin û got armanca van pêkanînan jî qûtkirin dengê muhalefetê ye.

Beştaş anî ziman ku di demek her dever ku bi kameraya tê temaşekirin û tê guhdarkirin ne dîtina kiryarên Tahîr Elçî ne mimkun e û got heta kiryar dernexin pêşberî darazê dê dev ji lêgerînê bernedin û heke ev kiryar neyên dîtin berpirsyar hikûmet e.

Piştî axaftinan çalakî bii rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.