AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ji bo Serokê Baroya Amedê ya berê Tahîr Elçî de bang li Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir û wiha got: “Sozên ku ji bo darizandina kujerên Elçî dan bila bicîh bînin.”
Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hatî bû qetilkirin bên dîtin, li ber Edliyeya Amedê çalakiya heftane pêk anîn. Baroyê pankarta ku li ser weneyê Elçî û diruşma "Em te ji bîr nakin” lê nivîsandî vekirin. Parlamenterên HDP’ê Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Mîthat Sancar, Hevserokên HDP’ê ya Amedê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku salek li ser kuştina Elçî re derbas bûye lê di lêpirsîna hatî vekirin de tû pêşketin ne hatiye bidest xistin û got ku hê jî kujer û kesên ku li pey kujeran nayê aşkere kirin. Ozmen dest nîşan kir ku ew ev saleke ji bo Elçî gelek tişt gotine û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku kujer bên darizandin em bi gelek rayedarên dewletê re axivîn. Ji bo ku qetilkirina Elçî bê ronî kirin gelek soz hat dayîn. Lê mixabin tû soz ne hat bi cîh anîn.”
Ozmen bang li Wêzîrê Karên Hûndir Sûleyman Soylu û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdar kir û ew tişt got: “Sozên ku we dayîn me bicîh bênin. Kujerên Elçî û yên ku li pey wan derbêxin pêşberê dozgeriyê.” Ozmen herî dawî got ku ew destûr nadin ku kuştina Elçî bibe kujerên nediyar.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.