COLEMÊRG - 25 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê, dîsa wek "Herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin.
Walîtiya Colemêrgê, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku dema qedexeya "Herêma ewlehiya taybet" a li hin herêmên girêdayî navçeya Colemêrgê û navçeyên wê hat îlankirin, ji bo 15 rojan careke din hat dirêjkirin. Qedexeya li 25 navendên girêdayî navenda bajêr, navçeya Şemzînan, Çelê û Geverê hat îlankirin, dema wê heta 28'ê Gulanê hat dirêjkirin. Her wiha walîtiyê ragihand ku ji ber "operasyonê" qedexe hatiye dirêjkirin.