NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyên panzêra ku li Silopiyayê 2 zarok eciqandin derketin holê. Di wêneyan de tê xuyakirin ku, panzêr heta ketiye heta nêviyê odeyê. Her wiha piştî bûyerê bi demeke kurt panzêr ji hol hatibû rakirin.
Di 3'yê Gulanê de li Silopiyaya Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan ketibû malekê û di dema rûxandina dîwarê malê de 2 birayên hev Muhammet (7) û Furkan Yildirim (6) di bin dîwar de mabûn û jiyana xwe jid est dabûn. Wêneyên bûyerê derketin holê. Di wêneyên ku Rojnameya Evrenselê weşandin de, bi awayekî aşkere dixuyê ku panzêr heta nêviyê odeya ku her du bira lê radizan çûye.