MÊRDÎN - Ji 24 kesên ku di 1'ê Mijdara 2016'an de hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin. Her wiha Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Ahmet Eken jî di nav de 18 kes jî hatin berdan.
24 kesên ku di 1'ê Mijdara 2016'an de li Mêrdîn û navçeyên wê yên Dêrik, Qoser û Nisêbînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, îro li Edliyeya Mêrdînê derketin pêşberî dadwer. Doz li 3'emîn dadgeha cezayê giran hat dîtin.
Ji 24 kesan 6 kes jê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û doza wan taloqî 12'ê Tîrmehê hat kirin. Her wiha Hevserokê Mardînê yê DBP'ê Ahmet Eken jî di nav de 18 kes hatin berdan.
Kesên ku hatin girtin ev in: Alî Dînler, Gulcihan Gultekîn, Husnu Şimdî, Nasir Yakut, Mehemt Yakut û Zeynep Algul.
Kesên ku hatin berdan jî ev in: Ahmet Eken, Şêxmus Ozgun, Surrî Şimdî, Şenol Yakak, Nihat Erdogan, İhsan Erdem, Nacî Kozlak, Îsa Yakak, Leyla Begeç, Ferhat Oncu, Şirîn Erturk, Gulbihar Seyda, Mehmet Zekî, Tefîk Gumuş, Selahatîn Onder, Seyît Kiran, Omer Urer û Gurbet Kiziltepe.