ENQERE - Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Enqereyê Havva Ozcan hat binçavkirin. Hat hînbûn ku, Ozcan di çarçoveya lêpirsîneke ku li Eskîşehîrê tê birêvebirin de hatiye binçavkirin.
Nûnera Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Enqereyê Havva Ozcan hat binçavkirin. Hat hînbûn ku, Ozcan di çarçoveya lêpirsîneke ku li Eskîşehîrê tê birêvebirin de hatiye binçavkirin. Li gor agahiyên ku, Parêzer Alişan Şahin dan, Ozcan li navenda çarşiya Enqereyê hatiye binçavkirin û tê payîn ku dê wê bibin Eskîşehîrê. Şahin, ragihand ku ew nizanin Ozcan bi kîjan hincetaê hatiye binçavkirin û got, li ew hîn bûne ku li Eskîşehîrê gelek kes hatine binçavkirin.