Nunerên Gelan: Yekperestî darbeya dijberî ziman e

STENBOL - 15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd vê rojê di bin zextên li ser ziman û qedexeyan de pêşwazî dikin. Nûnerên saziyên kurd, suryanî, ermen, êzidî û çerkezan diyar kirin ku, hişmendiya serdest û yekperestî li dijî yekîti û azadiya zimanan darbe pêk aniye û li cihê ku yekperestî lê hebe, azadiya ziman tune ye. Nûneran xwest ku, hemû ziman bi hev re û bi awayekî azad bijîn.

Yekem car di 15'ê Gulana 1932'an de di pêşengiya zimanzan û rewşenbirê kurd Celadet Bedirxan de bi tîpên latînî kovara Hawar bi kurdî û latînî hat çapkirin û weşandin. Gelê kurd piştî vê ji 15'ê Gulana 2006'an heta niha vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Di Danezana Gerdûnî ya Mafê Ziman a xala 26/1-2-3’an de tê gotin ku her kes xwedî mafe bi zimanê dayikê perwerde bibe û zimanê xwe pêş bixe. Li gorî xala dazenazê tê parastin ku her kes bi zimanê xwe bi axive perwerde bibe û perwerde bike. Dîsa hemû alav, amûr û derfet ji bo fêrkirin û hînkirina ziman bên amadekirin û pêşkêşkirin. Tê diyar kirin ku di nava zimanan de cudahî neyê kirin û wekheviya ziman û perwerdehiyê bê naskirin û parastin. Li gorî peymanê tê destnîşan kirin ku dayik û bav peywirdar in ku zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bikin û xwedî mafin zimanê perwerdehiya wan hilbijêrin. Lê îro li Tirkiye hêji zimanê kurdî li Tirkiye bi awayekî fermî û zagonî nehatiye qebûlkirin û kurdî li dibistanan nayê xwendin û fêrkirin. Dîsa tevî Kurdî zimanê Suryanî, Ermenî, Êzidî û Çerkez jî di bin zext û zordariyê de ye û bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin.

‘EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ DAYIKÊ FÊR BIBIN

Parêzerê Suryanî Erkan Metin, diyar kir ku ji avakirina Komarê heta niha zimanê Suryani di bin zext û qedexeyan de ye û hêj bi awayekî fermî di zagonan de cihê xwe negirtiye. Metîn, anî ziman ku Suryanî di bin şert û mercên pir xerab de tenê li Dêr û kîlîseyan hat xwendin û fêrkirin û wiha got: "Di salên dawî de di bin kursên akademîk de perwerde tê dayîn. Lê bi awayekî firseyî û bi rêk û pêk perwerde hayê dayîn. Divê pergalek perwerdehiya vê yekê hebe. Niha tenê dibistanek makedibistan ku me bi têkoşîna hiqûqî û mafê dadgehê me bi dest xistiye heye. Ji bilî vê yekê tu dibistan û warên hîndekarî û perwerdehiyê yên Suryaniyan tune ye. Dewletê mafê me yê ziman ji me stend têr nekir niha tabelaya bi suryanî jî jê xist. Em dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin û bi zimanê xwe perwerde bibin. Ferkirin û perwerdehiya zimanê zikmakî mafê her kesî ye."

‘DIBISTANA MÎNAK A ÇERKESAN HAT AVAKIRIN'

Endamê Lijneya Weşanê Çerkez a Jinepsê Yaşar Guven, li ser rewş û wateya zimanê Adigece, Abazaca, Çeçence, Osetçe, Lezgice yên Çerkezî rawestiya. Guven, anî ziman ku gelê Çerkez di serdema Rusyaya Çarlik de bi dehan salan li dijî êrîşan şerê hebûnê û parastina çand û ziman meşandin û wiha got: "Me dehan salan têkoşîna azadî û serxwebûnê meşand. Em rastî komkujiyê hatin. Em ji axa xwe ya qedîn hatin sirgûnkirin. Em sirgûnî axa Osmaniyan hatin kirin. Di sala 1908'an de Cemiyeta Çerkes Teavun û Îttihad hat avakirin. Di sala 1911'an de me bi zimanê zikmakî rojnameya bi navê Ğuaze / Kılavuz-Rehber) çap kir û weşand. Di sala 1919'an de Jinên Çerkes Cemîyeta Teavun ava kir. Cemiyetê ji bo zarokên çerkez bi zimanê zikmakî perwerde bike Li Beşiktaş Akaretleran Mektepa Çerkes Numune vekir.

BI DERSÊN BIJARTE ZIMAN NAYÊ PARASTIN

Guven, ani ziman ku di sala 1923'an de 14 gundên Çerkez ên Gonen û Manyasê bi hincetên cuda hatin sirgûn kirin û wiha got: "Di salên 1930’an de bi ‘Teza Dîroka Tirk' û ‘Teorîya Ziman a Guneş' hemû ziman û çand wekî ziman û çanda tirk qebûl kirin û hemû ziman û çandên din hatin înkarkirin. Îdîa dikin ku her tişt li ser çand û zimanî tirkî ava bûye. Li ser van tez û teoriyan zextên li ser ziman û çandên din zêde bûn. gotin "Welatî bi tirkî bi aixvin" Çerkes jî ketin bin bandora vê yekê. Anadolu ji zimanê Çerkesan ê Ubıhçayî re bû goristan. Li gorî raporên Unesco ji ber polîtîkayên dewletê gelek ziman tune bûn. Di nava van zimanên tune bûn zimanê Çerkes jî heye. Guven, anî ziman ku ji bo çand û ziman bijîn û bên parastin divê berî her tiştî qedexeyên li ser wan bên rakirin. Divê berî her tiştî hişmendiya yekperestî yek ziman û yek çand bi dawî bibe. Divê pergala zimanê fermî ne tenê ji bo zimanekî ji bo hemû zimanan têkeve meriyetê. Divê hemû nasname û ziman wekhev di bin qanûnan de bên paratin û qebûlkirin."

‘FERASETA YEKPEREST DARBEYA LI DIJÎ ZIMAN E'

Endamê MYK'ê yê Ermenî Murat Mihçi, diyar kir ku di sala 405'an de Mesrop Maştots li Riha û Amedê alfabeyeya ziman ji nûve bi ruh kir û zimanê ermenî heta îro parast. Mihçi, anî ziman ku ji ber parastina alfebeya ermenî zimanê ermenî hebûna xwe heta îro diparêze û wiha got: "Ermenî ji 60 devakan (lehçe) pêk tê. Yek ji devokên tê zanîn Devoka Stenbolê ye û îro hebûna xwe diparêze. Zimanê ermen, bi dibistan, dêr, lokal, kovar û rojnameyan heta îro hebûna xwe parastiye û hatiye. Di komkujiya sala 1915'an de ne tenê mirovên ermenî, ziman û çanda ermenî jî tune bû. Di sala 1909'an de beriya komkujiyê li herêmê 3 rojname û 2 kovarên bi zimanê ermenî weşan dikir. Lê îro ji ber ku li dibistanên dewletê zimanê ermenî nayê dayîn zimanê ermenî bi zor û zahmet hebûna xwe diparêze. Zimanê ermenî yek ji zimanê di cîhanê de li ber windabûnê ye. Feraseta yekperest derbeya li dijî ziman e.

'BI BIŞAFTINA ZIMAN DIXWAZIN HER KESÎ BIKIN TIRK'

Civaknasê Suryanî Azad Barış jî anî ziman ku li ser zimanê kurdî zextên gelek zêde hene û wiha got: "Kurdan bi riya ziman dikuje. Bi polîtîkaya ziman dixwazin her kesî bikin tirk. Şoreşa Zimanê Tirkî ji bo Kurdan û zimanê din fermana kuştinê ye. Bi vê polîtîkayê bişaftina ziman dest pê kir. Ziman wekî ruhber û zindîyan e. Dema ziman bê kuştin hemû kesên bi wî zimanî diaxivin jî dimirin. Di felsefeya Neteweya Tirk de polîtîkaya bişaftinê heye. Ji bler polîtîkayên bişaftinê dibêjin kurdî ne ziman e. Kurd ne gel in. Dibêjin kurd tune . Kurdistan tune ye. Di salên 1980'an de Zindana Amedê ku kiribûn dojeh digotin bi tirkî bi axivin pir bi axivin. Bi vî rengî li ser kurdan polîtîkaya bişaftinê xistin meriyetê.
Tenê rêya aştiyê di rêya wekheviya zimanan û parastina zimanan de derbas dibe. Ji bo aştiyek mayinde divê hemû ziman û çanda civakan bê parastin."


Sadiye Eser - dihaber