WAN - Welatiyên ku li gundê Narkoxê yê Payîzavayê bi xweyîkirina sewalan debara xwe dikin, her sal berê xwe didin zozanan. Welatiyan anî ziman ku, ew ê guh nedin qedexeyên ji bo zozanan hatine dayîn û berê xwe bidin zozanan.
Welatiyên ku li gundê Narkoxê yê Payîzavayê bi xweyîkirina sewalan debara xwe dikin, her sal berê xwe didin zozanan. Welatiyan, anî ziman ku ew ê guh nedin qedexeya ku bi hinceta "ewlehiyê" ji bo zozanan hatiye dayîn û berê xwe bidin zozanan.
‘AMADEKARIYÊN ME YÊN JI BO ÇÛYÎNA ZOZANAN TEMAM BÛN'
Suna Tuncer, anî ziman ku bi germbûna hewayê re amadekariyên wan ên ji bo çûyîna zozanan temam bûne û wiha axivî: "Em her sal di 20'ê Gulanê de diçin zozanan. Konên me, sîtilên me, bîdonên me yên penêr û rûn amade ne. Em ê di nav hefteyekê de berê xwe bidin zozanan. Dema hewa germ dibe em nikarin heywanan li gund ragirin. Ji ber germahiyê nexweşîna zerekê li heywanan peyde dibe û telef dibin."
TENÊ DEBARA XWE BI MIYAN DIKIN
Tuncer, anî ziman ku ew ji miyên ku wan dibin zozanan penêr û rûn bi dest dixin û bi firotina van beran ew debara xwe dikin. Tuncer wiha domand: "Hevjînê min nexweşê pençeşêrê ye û 5 zarokên min hene. Serê sibehê dema hişyar dibim diçim axur. Beriya zarokan, ez bi miyan re eleqedar dibim. Tenê em debara xwe bi şîrê wan dikin. Çimkî li malê kesekî/e ku wekî din bixebite tune ye. Heke ne ji van miyan be, em ê perîşan bibin." Tuncer, anî ziman ku zozanên ku her sal ew miyên xwe lê diçêrînin hatine qedexekirin û wiha got: "Bila êdî zozanan qedexe nekin. Li gund her kes heywanên xwe dibe zozanan. Sala çûyîn jî gotin zozan qedexe ne. Lê belê, em çûn. Em mecbûr bûn ku biçin. Heke em neçin em ê birçî bimînin."
‘MA FABRÎKA HEBÛ EM LÊ NEXEBITÎN'
İsmail Tunç, diyar kir ku bi salan e ku malbata wî heywanan xweyî dike, ji bilî vî karî ew bi tu karên din nizanin. Tunç, anî ziman ku ew ê guh nedin qedexeyan û wiha got: "Tê bîra min nayê bîra min, em vî karî dikin. Bav û kalên me jî heman karî dikirin. Ma fabrîka hebû em lê nexebitîn? Hûn bibêjin, em çi karî karî bikin?"
40 MÎ TELEF BÛN
Tunç, dest nîşan kir ku ji ber qedexeya sala çûyîn 40 miyên wî telef bûne û wiha axivî: "Niha 100 miyên min hene. Sala çûyîn 140 miyên min hebûn. Ji ber qedexekirina zozanan, min nikaribû miyên xwe bibe zozanan. Ji ber germê 40 miyên min telef bûn. Keda me ber ba bû. Jiyana me li ser xweyîkirina miyan e. Bila destê xwe ji zozanên me vekişînin. Bila qedexeyan rakin."
‘ZOZAN ÊN ME NE Û EM Ê BIÇIN'
Perişan Tunç jî, anî ziman ku ev nêzî 5 meha ye ku ew amadekariyên ji bo çûyîna zozanan dikin û wiha got: "Ji bo çûyîna zozanan konên me, sîtilên me û metereyên me amade ne. Em ê li kamyonan bar bikin. Em ê pêşî miyên xwe bişînin. Paşê em ê biçin. Heta Cejna Qurbanê em ê hemû metereyên xwe bi penêr û rûn tije bikin û bînin. Dibêjin zozan qedexe ne. Ev zozan zozanên bav û kalên me ne. Zozan ên me ne û em ê biçin zozanên xwe."