‘Li her qadên jiyanê em bi kurdî biaxivin'

AMED - Ji perwerdekarên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemengerê Adil Qazî, dest nîşan kir ku dê çewisandinên giran ên li ser zimanê kurdî bi xwe re xwedîderketina zêde ya ji bo zimanê kurdî bîne. Qazî, li hembeî çewisandin û astengiyan, bang li civaka kurd kir ku, li her derê bi kurdî biaxivin.

Kovara Hawarê di sala 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin. Kurd ji sala 2006'an û vir ve 15 Gulanê vê rojê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Cejna Zimanê Kurdî ya ku tim rastî çewisandin û astengiyên hikûmeta ku tim îdia dike wê astengiyên li pêşberî kurdî rakiriye tê, dê îsal jî di siya saziyên zimanê kurdî yên bi KHK'yan hatin girtin de bê pîrozkirin. Gelek saziyên ku perwerdehiya zimanê dayikê didan û ji bo pêşvebirina zimanê kurdî tevdigeriyan yeko yeko hatin girtin. Yek ji van saziyan jî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemengerê ya ku li rezana Amedê ye bû.

Yek ji perwerdekarên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemengerê Adil Qazî, di salvegera Cejna Zimanê Kurdî de çewisandinên li ser zimanê kurdî didomin nirxandin.

Qazî yê ku got, "Ziman, hebûna kesekî an jî nîjadekê ye" wiha axivî: "Kurd xwedî paşerojeke dîrokî û di heman demê de kurdî jî xwedî paşerojeke dîrokî ye. Kurdî jî herî kêm wek zimanên din ên cîhanê zimanekî dîrokî ye. Lê mixabin, niha jî yanî di sedsala 21'emîn de jî kurdî ji bo kurdan zêde dibînin. Wek berê, hîn jî çewisandin û qedexeyên li ser zimanê me didomin. Kurd di vê sedsalê de jî dibêjin 'hîn jî zimanê min qedexe ye". Ev wehametiya rewşê dide der."

‘DÊ ÇEWISANDIN BI XWE RE XWEDÎDERKETINEKE ZÊDE BÎNE'

Qazî, dest nîşan kir ku bi çewisandinan rê li ber kurdî nayê girtin û wiha axivî: "Çawa ku hûn bi sîwanekê nikarin hilatina rojê asteng bikin, dê bi van çewisandinan re jî nikaribin rê li ber kurdî bigirin. Feraseta ku bi bişavtina zimanê kurdî plana wê tunekirina kurdan e, komkujiyên wek Helebçeyê pêk anîn. Heman feraset hîn jî li ser kar e. Di salên 1990'î de jî heman feraset û çewisandina heman ferasetê hebû. Îro jî heman feraset û çewisandinên vê ferasetê hene. Sal derbas bûn, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, lê feraset neguherî. Îktîdaran, di mijara çewisandina li ser kurdî de carinan rolên baş, carinan jî yên nebaş lîstin, lê her du jî bi heman ferasetê bi çewisandinî bi ser kurdî de çûn. Li cihê ku çewisandin lê hebe, rewşeke ku hîn bêtir balê bikşîne, hîn bêtir xwedîderketin çêbibe xwe dide der û li kesê ku rastî çewisandinan rewşeke hîn şîrîntir lê peyde dibe. Ji ber vê yekê, çewisandinên li ser kurdî çi qas zêde bibin bila bibin, lê dê kurd hîn bêtir xwedî li kurdî derkevin û hîn bêtir biaxivin."

‘ZIMANÊ KU TENÊ LI NAV MALÊ BÊ AXAFTIN ZIMANEKÎ MIRÎ YE'

Qazî, dest nîşan kir ku zimanek tenê bi axaftinê zînde namîne û wiha domand: "Divê em bi zimanê xwe derd û keserên xwe binivîsin. Divê em dibistanên xwe vekin, bi kurdî bên perwerdekirin û perwerdeyê bidin. Yanî wek îktîdar dixwaze, tenê bi axaftina li malê nabe. Zimanekî tenê li nav malê hepsî axaftinê hatibe kirin, zimanekî li ber sekerata ye û dê di nêz de bimire. Îktîdara ku vê dixwaze, hîn jî polîtîkaya xwe ya yek ziman, yek nîjad, yek neteweyê didomîne. Li Tirkiyeyê li gel evqas çewisandinan, saziyên ku qurs û perwerdehiya kurdî didan hatin girtin û bi ser de xwendekar jî girtin. Lê li gel vê derfetên ji bo hînbûna çînî, almanî û îngilîzî tên peydekirin, bi rastî jî ev tiştekî ecêb e. Qedexekirina zimanê nîjadekî ku bi her awayî mafên xwe yên welatîbûnê bi cih aniye nayê qebûlkirin. Hînbûna kurdî, dê ne veqetînê bereksê vê dê hîn bêtir bihevrebûnê peyde bike."

‘HEKE WISA BIÇE, DÊ 50 SAL ŞÛN DE EV ZIMAN NEYÊ AXAFTIN'

Qazî, dest nîşan kir ku divê êdî tehemuliya ji bo ziman û çanda kurdî hebe û wiha got: "Niha destûra perwerdehiya bi kurdî nadin. Nahêlin ku em zarokên xwe bi zimanê wan ê dayîkê mezin bikin. Heke wisa bidome, dê piştî 50 salî şûn de zarokekî ku bi kurdî biaxive nemîne. Em nabêjin ku 'em têlê li nîvê welat bikşînin'. Em dibêjin li kuderê dibe bila be, lê bila zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê bên perwerde kirin."

‘DIVÊ LI HER QADÊ BI KURDÎ BÊ AXAFTIN'

Qazî, dest nîşan kir ku li hemberî çewisandinên îktîdarê yên li ser zimanê kurdî berxwedayîn jî rewa ye û wiha domand: "Çi dibe bila bibe, kurdên ku jiyana xwe didomînin dê destûrê nedin ku kurdî winda bibe. Wek kurdekî hatina dinyayê ne li gor daxwaza mirovan e. Ev rewşeke xwezayî ye. Li hemberî kesên dixwazin vê rewşa xwezayî xera bikin, dîsa dê mirov bi awayekî xwezayî li ber xwe bidin. Divê em li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin. Li hemû cihên xebatê, li dibistanê, li malê, li kuçeyan divê em biaxivin û teşwîq bikin. Bi boneya Cejan Zimanê Kurdî di destpêkê de cejna gelê kurd û bi giştî jî ya hemû gelên bindest pîroz dikim."