Warê berxwedan û gulên bûne taca serî

ENQERE - Abîdeya Mafê Mirovan a ku 186 roje li dijî rejîma OHAL û KHK’ê li berxwe dide û şahidiya greva birçîbûnê ya 66 dike, piştî êrîşa polîsan a duh carekdin vegeriya bexçeyê gulan. Gulên hatibûn binçavkirin û berxwedana li vir bûye taca serî.

Beykerê jinekî ku di destê wê de beyanname heye û bêyî rûpelan bizivirîne hemû hevokên wê dizane. Heta niha bû şahide çend çalakî, daxuyanî û êrîşan. Vir Abîdeya Mafê Mirovan a li ser Kolana Yukselê ye. Abîdeya ku hemû kes derd û qehra xwe bi bêdengî pêre parvedikine. Ew jî bi beyannameya ku herî zêde li Tirkiyeyê tê binpêkirin ve mijûle. Demeke ji çalakiyên kesên bi OHAL û KHK’ê ji kar hatine avêtin re malovaniyê dike û rojên bi tevger dijî. Bi şev û roj malovaniya berxwdêran dike û tu caran bi tenê namîne.

DEMA GUL KELEPÇE KIRIN

Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça, Velî Saçilik, Acun Karadag ve hatibû destpêkirin beriya 66 rojan Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegerkirin. Qada Gulmen û Ozakça vegerandine qada berxwedanê duh mêvanên wan ên ku tucaran ew bi tenê ne hiştine hatin. Li vê qada ku vegeriyaye bexçeyê gulan ji aliyê polîsên fermî û sivîl ve gul hatin komkirin û xistin torbeyan. Piştre 4 çalakgerên nöbet digirtin bi derpkirinê hatin binçavkirin. Abîdeyê jî tewrê xwe yê herdemê parast, ji berk u dizanî berxwedêrên ku malovanî jê re dike dê heta demek din vegerein û wiha jî bû. destpêkê gulên hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin hatin berdan piştre jî çalekger. Her wekî Nuriye û Semîh ên ku beriya 186 rojan çalakî dan destpêkirin, her roj hatin binçavkirin û berdan.

GULÊN HATIN KELEPÇEKIRIN BÛN TACA SERÎ

Piştre piştevan û çalekgerên cuda cuda. Qad carekdin vegeriya berxwedaniyê. Bi hezaran kesên ji nasnameyên cuda lê her yek ji wan têkoşîna li dijî bêmafiyê dayîne û bûne xwedî tecrubeyên cuda kombûn. Li şûna gulên hatin kelepçekirin, girtin û hecikandin ên nû hatin. Qad carekdin vegeriya bexçeyê gulan. Gulên hatibûn binçavkirin û di poşetên çopê de paşde hatin vegerandin jî nehatin ji bîr kirin. Komek jinan gotin “Şoreşgerî ewe ku tu ya xirabûyî çêbikî, tunebûnê hebûn bikî û yên hatine vemirandin ji nûve pê bixiye” û ji bo boberxwedêran gul kirin taca serî. Gulên hatine binçavkirin bûn taca serî.

DEMA SEROKWEZÎR JÊ AGAHDAR BÛ POLÎS ŞANDIN

Her saeta diçe hêjmara kesên li vir zêdetir dibe. Sazî hatin, welatî kom bûn daxuyanî hatine dayîn û li ber stranan govend hat gerandin. Piştre Nuriye û Semîh ên ku li sendeliya bi tekerlekin hatin qadê. Welatiyan bi çepik û dirûşmeyan rê ji herduyan re vekirin. Li vê qadê piştî gulan berxwedan jî kirin taca serî. Serokwezîr ji çalakiya bi 66 roje didome û li tevahiya welat belav bûye bi daxuyaniya ku duh da dibêje ‘agahiya min ji çalakiyê tune ye’. Piştî agahdar dibe jî polîsên girêdayî wî ne gulan û çalakgeran kelepçe dikin û dibin. Lê têkoşînê gav bi wan da avêtin û her kes xwedî li berxwedanê derket.

LI QADA BERXWEDANÊ CURBECURIYA SIYASÎ

Ev qad êdî qadeke ku curbecuriya siyasetê lê serwere. Li vir ji hemû reng û têgînan mirov hene û her wiha çîrokên trajîk jî hene. Li aliyê rastê yê qada ku ev 66 roje pareyek xwarin bi deve berxwedêran neketiye du dikanên “durumê” hene. Em ji berxwedêrên qadê dipirsin ev cihê durum lê tê firotin we dixe zehmetiyê yan na. Zeynep Yayla ya 57 salî du zarokên wê girtî û serê wê spî bûye berovajî difikire û wiha dibêje: “Ger mirov biryara greva birçîbûnê carekê da, ew vîn danî holê tu tiştek êdî bandor nake.”

YAN Jİ BE KURDBÛN AN JÎ ŞOREŞGERIYÊ EM TÊN KUŞTON


Bi gotinên Yayla re greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat bîra min. Tê bîra mink u midûrê girtîgehê ji bo vîna girtiyan bişikîne li maltayê goşt pijartibû. Herî dawî di sala 2012’yan de girtiyên PKK’î çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewma kirbû li darxistibûn û dema çalakger dibirin revîrê li ser xwaringehê re dibirin. Wekî ku Yayla dibêje li wir jî vîn neşikestibû. Yayla berdewam dike: “Yan ji ber kurdbûn an jî şoreşgeriyê em tên kuştin. Lê em ê biser kevin teqez emê bi ser kevin. Îro li vir vîna dukesan çalakiyek hatiye destpêkirin lê niha bûye wekî tişta ku herkes dixwaze bike lê nikare bike. Ez bi hêvîme hemû kes dibezin û tên.”

HEVALÊN DENÎZ JÎ LI QADA ÇALAKIYÊ NE

Piştî demekê kesekê ku dibêje ez hevalê Denîzan im (Gezmîş), wan bi hevre li kurdistanê pira biratiyê avkiriye tê qada çalakiyê. Dengê wî dilerize û bi girî ye. Navê wî Murtaza Kaya ye. “Ji Xwedê re bila rizgar bikin van zarokan. Ya tê kirina qirkirine kîjan mirov vê qebûl dike.”

EM Ê JÎ DSEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN
Hevjîna Semîh Ozakça yê ku rewşa tendirûstiya wî ne baş dibe Esra Ozakça bi moral û bihêze. Li qada çalakiyê tunebûna Semîh nade xuyakirin. Di çavên wê de bawerî heye û wiha dibêje: “Vir ne qada şînê qada berxwedanê ye. Rewşa hevjînê min di aliyê mirovî de min dixe zehmetiyan. Lê tu caran nakevin nav helwestekî ku bandorê li ser vîn û biryara wî bike. Hevjînê min mafdare û ger bertekên wan neyên qebûlkirin ez û dayîka Semîh jî dê bikevin grevê.”

DIVÊ EM QERÎNÊN LI ROJAVA BI QÊRÎNÊN CIZÎRÊ RE BÎNIN GEL HEV

Velî Saçlik ku ye ji mexdurên KHK’ê ye û di dema operasyonên dewletê yên li girtîgehan piştî “destek wî jêkirin û avêtin ber kuçikan” tezmînatek mezin girt, her durojan carekê tê qada çalakiyê. Ew jî gelek caran bi erê re hat kaşkirin, hat derpkirin û hat binçavkirin. Saçilik, da zanîn ku hinek nîqaşên siyasî yên li ser çalakiyê vale ne û wiha got: “Ji ber em di rojên destpêkê de ne hatin gel hev me li pişt hevdu behsa hev kir. Lê hestiyariya di demên dawî de ava bûye dema em tên gel hev em rexneyên dostane li hev dikin û hevdu fam dikin.” Saçilik ji hestiyariya ava bûye memnûne, li benda mezinbûna wê ye û wiha pêde diçe: “ Em dizanin ku li erdnigariya kurdan zarokên 12 salî tên qetilkirin lê ev hestiyarî çênabe. Lê em dikarin bi mirovên li vir kom dibin re aştiyê nîqaş bikin. Em dikarin qêrînên ji jêrzemînên Cizîrê rabûne û raperîna li vir rabûye bigihînin hev. kesên li vir êşa gelê kurd dizane û em dizanin ger pirsgirêka kurd hatiba çareserkirin em ê ji kar nehatiban derxistin.”

ÇALAKGERÊ 19 SALÎ: EZ BI HÊVÎME

Yek ji çalakgerên ku li qada çalakiyê ye Îpek Moral a 19 salî ye. Moral, keça Acun Karadag e û naxwaze bi dayîka xwe derkeve pêş. Moral dema grev destpêkir amadekariyên ezmûna zanîngehê dikir. Lê bi vegotina xwe “berpirsyariya wijdanî” grian hat û ligel grevê cihgirtin hilbijart. Ji wê rojê heta niha hewl dide çalakiyê bi wêne û dîmenan bibelge bike. Moral, “Ez di rojên pêşiyê de bêhêvî bûm, hinek metirsiyên min hebûn; lê ez êdî bihêvîme.”

DERBARÊ ÇALAKIYÊ DE HINEK AGAHÎ

Derbarê çalakiya ku 66 roje dideome de hinek agahiyên balkêş jî hene. Çalakiya ku beriya niha di navbera saet 13.30 û 19.00’an de dihat lidarxistin, piştî greva birçîbûnê derket 24 saetan. Bi nobedariyê li qadê tê rawestandin. Kesên şevê dimÎnin di hewayên sar de agir pêdxin û hewl didin bimînin. Serê sibê saet 10.00’an her roj çalakger paqijiya herêmê dikin. Saet 13.30 û 18.00 daxuyanî tên dayîn. Her wiha malovaniya ziyaretên HDP, CHP, Konseya Ewropayê, rewşenbîr, hûnermen û yên din kir. Kesên ji rêzê û nas nakin ji çalakgeran re çay û şekirê tînin û vexwarinan rêdikin. Esfan li dijî rewşê bihestiyarin. Li gorî vegotinan hinek kesên tên duayan dixwînin jî hene.

BÛ RÛNIŞTGEH

Du agahiyên taybet û krîtîk ên din jî hene. Beriya demekê hevalek Nuriye Gulmen ku navê wê ne hat gotin tê nîşankirin. Şahiyek biçûk jî tê lidarxistin û xine destê Nuriye dide. Dîsan li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çalakgeran hemûyan navnîşana xwe wekî “Abîdeya Mafê Mirovan Kolana Yuksel” nîşan dane. Êdî postecî yekser name, çîçek û tiştên din tînin vê navnîşanê.

Kenan Kirkaya - dihaber
Wêne: Selamî Aslan