Polîsan carekdin êrîşî grevê kir: 19 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Polîsan carekdin êrîşî çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya 66 roje didome kirin. 19 kesên ku di nava wan de nûnerên sasiyên elewî û hevjîna Semîh Ozakça Esra Ozakça jî heye binçavkirin.

Polîsan carekdin êrîşa koma ku li ser Kolana Yukselê kom bûne û piştgiriyê didin çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin. Polîsên di serê sibê saet 02.00’an de hatin Kolana Yukselê 15 kesên ku nûnerên saziyên Elewî jî di nav de hene binçavkirin. Piştî êrîşê hevjîna Semîh Ozakça Esra Ozakça û 4 kesên din ên hatin Kolana yüksele jî hatin binçavkirin. Polîsan gul û pankartên ku dozgeriyê paşde vegerandibûn jî carekdin desteser kirin.

Navê kesên hatin binçavkirin ên hatine hînbûn wiha ne: Esra Ozakça, Umut Demîrcî, Turgay Ozakan, Aydin Bîrkan, Rezan Şengut, Kazim Şîmşek, Şenay Keçecî, Bulent Koç, Serkan Aydogan, Mehmet Mutlu, Yasîn Durak, Bayram Ozkan, Sila Aksakal, Îlker Gundogdu û Metîn Canbolat.

Hat zanîn ku Esra Ozakça krîza astimê derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Kesên hatine binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Çankayayê tên ragirtin.

WELATÎ KOM DIBIN

Gelek welatiyên ku agahiya êrîşa polîsan girtin, li Kolana Yukselê kom dibin. Welatiyên dovîz amade kirin çalakiya rûniştinê didomînin.