AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 3'emîn salvegera komkujiya Soma daxuyanî da û 301 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî.
Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) bi minesebeta 3'emîn salvegera komkujiya Soma daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di dîroka kedê de ji komkujiyên herî mezin yek jê komkujiya Somayê ye û wiha got: "Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de 301 karkerên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji malbatên wan sebrê dixwazin. Êdî derket holê ku îktîdara siyasî şirîkê koma sermayeyê ya ku navê wê di komkujiyê de derbas dibe û wê diparêze. "
KCD'ê bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên li ser kedê û wiha berdewam kir: "Di serdema îktîdara faşîst a AKP’ê de cinayetên kar û mêtingeriya li ser qadên kedêtir bûye. Bi hişmendiya ku zêdetir kar bikin hejmara şîrketan alîgirên xwe zêde kirine û xebata bêewlehî esas digirin. Ev jî rê li ber zêdebûna cînayetên kar vedike. Ji van cînayetan yek jê jî 301 karkerên di 13’ê gulana 2014’an de bi awayekî hovane li Somayê jiyana xwe ji dest dan. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 3 sal derbas bûne jî hêj berpirsyarên vê komkujiyên yên rastîn dernexistine holê, yên ku tên darizandin jî ji hêla îktîdar faşîst a AKP’ê ve bi awayekî tên parastin."
KCD'ê, da zanîn ku iktîdara AKP'ê ji aliyekî bi destê dadgehê kujeran diparêze, ji aliyê din jî polîsên xwe dişîne ser malbatên karkeran û rêxistinên kedê û hewl dide bi êrîşa polîsan têkoşîna wan têk bibe û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Nêzîkatiya li hemberî malbatan û rêxistinên kedê nîşaneya têkiliya qirêj a di navbera îktîdara siyasî û sermayedaran radixe berçavan. Ev têkiliya qirêj a îktîdara siyasî û sermayedaran di aliyê têkoşîna kedê m eme matmayî nehişt. Dîrok, bi tifaqên qirêj ên bi vî rengî tije ye û her tim li hemberî vê tifaqa qirêj têkoşîna birûmet a kedakaran heye û ji niha şûnde jî wê hebe. Em berxwedana malbatan û rêxistinên kedê ya li hemberî êrîşên faşîzan û parastina kujeran dane destpêkirin silav dikin. Divê her kes vê yekê baş zanibin ku; me vê komkujiyê ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Di serî de komkujiyên Soma, Şêrwanê û hemû kujerên cînayetên kar bên darizandin û hesap ji wan were pirsîn banga hestyariyê li her kesî dikin û banga têkoşîna hevpar û xwedîderketina berxwedana malbatan û rêxistinên kedê dikin."