AMED - Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê girtiyên ku sewqê wan hatin qebûlkirin, nayên sewqkirin. Girtiyên nexweş jî rastî gefên bijîşkan tên û nayên dermankirin.
Tundî û pêkûtiyên li dijî girtiyan ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger zêde bûbûn, didomin. Girtiyên ku ji doza PKK'ê li Girtîgega Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê girtîne, bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û bal kişandin ser zextên li ser girtiyan. Girtî ragihandin ku girtiyê hevalê wan ê bi navê Menduh Savaş ku ji girtîgeha Tîpa H a Erziromê ji ber bêhn çikandin û rutûbeta zêde, daxwaza sewqa xwe kiriye, bi zanebûn sewqê girtigeha Kalkandereyê ku rutûbeta wê ji ya Erziromê zêdetir hatiye kirin û ji ber vê yekê gelek zehmetî dikişîne û rewşa wî roj bi roj xetertir dibe. Girtî dan zanîn ku li gel Savaş dixwaze sewqê girtîheke rutûbeta wê kêm bibe jî, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve sewqê girtîgeheke dinê nayê kirin û tedawiya wî tê astengkirin.
Girtiyan bi riya malbatên xwe anîn ziman ku girtiyên bi navê Eyup Nantu û Loqman Aslan jî, li gel ku daxwaza sewqa wan a girtîgeha tîpa T a Wanê ji aliyê wezareta dadê ve hatiye qebûlkirin jî, bi hinceta lêpirsîna disîplînê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve sewqa wan nayê kirin. Girtî bi lêv kirin ku ji ber vê pêkanîna dijminane malbatên hevalên wan mexdûr dibin û daxwaz dikin ku zarokên wan sewqî Wanê bên kirin. Di berdewamê de girtiyan anî ziman ku pêkûtiyên girtîgehê bi van pêkanînan bi sînor nînin û gotin ku hevalê wan Arîf Hayme jî tevî ku cezayê wî qediyaye jî, ji ber heman hincetê nayê tehliyekirin. Girtiyan balkişand ser rewşa girtiyê bi navê Tahir Umayîmîlan ê ji rojhilatê Kurdistanê û ev agahî dan: “Hevalê me Umayîmîlan ev demeke dirêje ji ber nexweşiyên xwe yên giran diçe nexweşxaneyê. Lê bijîşkên nexweşxaneyê hevalê me bi hinceta ku ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye derman nakin û bi peyvên nîjadperest heqaretê lê dikin.”
Girtiyan ji malbatên xwe re qala bêhûqîyên rêveberiya girtîgehê jî kirin û da zanîn ku gelek caran rastî lêgerîne tazî tên û ev agahî parve kirin: “Girtiyên ku lêgerîna tazî red dikin, der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê didin destpêkirin. Pirtûkan bi hinceta ku li dijî nêrîna kemalîzmê ne, desteser dikin. Nahêlin em bi hevalên xwe yên hukumxwarin giran re têkilî deynin. Aktîvîteyên hevpar ên wek spor û sohbetê qedexe kirine û nahilên em derkevin aktîveteyên hevpar.”