STENBOL - Bariş Kerem li Gaziyê 29 roj berê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Di 14'ê Gulanê Roja Dayikan de mehek di ser kuştina Bariş re derbas dibe. Dayika Bariş Melike Altunişik, diyar kir ku ger kurê wê sax bûya dê di roja dayikan de ew serê sibê hişyar kiribûya û jêre kartolên qelandî û omlet jêre çêkiribûya.
Piştî Qanûna Salahet û Vazifeya Polîsan (PSVK) di sala 2007'an de hat derxistin, erka polîsan a bikaranîna çekan zêde bû û 346 kes ji aliyêpolîsan ve hatin kuştin. Tenê di sala 2017'an de 7 kes ji aliyêpolîsan ve hatin kuştin. Lê der barê lêpirsîna polîsan de tu gav nehatin avêtin. Yek ji ciwanê hat kuştin ciwanê 18 salî Bariş Kerem bû.
DÊ DI ROJA DAYIKAN DE WÊNEYÊ WÎ HEBIN
Di ser kuştina Bariş Kerem re 29 roj der bas bû. Bariş Kerem di 14'ê Gulanê Roja Dayikan de mehek derbas dibe. Bariş her sal di Roja Dayikan de diyarî ji dayika xwe re distend û taştê jêre amade dikir. Dayika Bariş Kerem Melike Altunişik diyar kir ku îsal kurê wê ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin dê taştê jêre amade neke û wê hişyar neke. Altunişik, anî ziman ku her sal di 14'ê Gulanê de kurê wê Bariş taştê jêre amade dikir û kartolên qelandî û omlet jêre amade dikir û piştre ew hişyar kir û wiha got: "Di 14'ê Gulanê Roja Dayikan de kurê min min hişyar nake û taştê ji min re amade nake. Ez dê wê rojê wêneyê ku min bi wîre kişandiye dînim ser masa xwe û wê rojê pêşwazî bikim. Ez dê wê rojê axa ku min ji ser gora wî xistiye şûşa cam dînim ser maseya xwe. Ez dê wêneyê Bariş li dîwaran daliqînim.
Ez dê wêneyê Bariş dînim ser doşeka wî ya razanê û gul dinîm ser wêneyê wî. Hemû alav û amûrên wî yên wekî tisbî, cil, alavên dibistanê û berhemên kozmetik li odeya wî radiwestin. Ez dixwazim hemû dayik bizanibin ku hemû kesên bîranînên wan ên bi Bariş re hebe bibhîzin. Bariş bi gotinê nayê vegotin."
Altunişik, ani ziman ku Bariş ji biçûkantiya xwe de xwedî taybetmendiyên xweser bûn û wiha got: "Mixabin li welatê me aştî nayê fam kirin ji ber wê min navê kurê xwe danî Bariş. Ger ku aştî hebûya dê di roja dayikan de min û Bariş bi hevre ev roj pîroz kiribûna. Her sibe ez hişyar dikirim û omlet ji min re çêdikir. Pir xweş omlet û kartol çê dikir. Ji min re diyarî distendin.Zarokekî pir çalak û pir aştîperest bû."
'BILA EW JÎ VÊ ÊŞÊ BIJÎN DA KU ZANIBIN'
Altunışık, anî ziman ku îsal bêyî kurê xwe Roja Dayikan pêşwazî dike û wiha got: "Ez qet neçûm cihê ku Bariş lêhat kuştin. Ez bang li her kesî dikim ku êşa me hîs bikin. Em li welatekî çawa dijîn. Polîs dikeve odeya zarokan û zarokan di malê de dikije. Hin zarokan di malên wan de dikijin. Kurê me jî dema li pîknîkê bû kuştin. Kî zarokan dikujin. Polîs dikujin. Polîs girêdayî dewletê ne. Kî li şûna min be dê polîsan û dewletê wekî qatîl nas bike. Ger ku îro kurê yekî AKP’î bûya dê polîs bihata darizandin û cezakirin.
ZEROK TERORÎST E AN POLÎSÊ ZAROK KUŞTİYE TERORİST E'
Altunişik, ji rayedaran pirsî û wiha got: "Gelo zarokê li parkê hat kuştin terorîst e an polisê ku zarok kuştiye terorîst e. Divê pênaseya terorîst ji nûve bê kirin. Zarokên ku li Gaziyê rûdinên zerara wan nakê tu kesî. Tenê polîs zerarê didin me. Gelo berpirsiyarê kuştina zarokên me yên ku zerara wan nakêje tu kesî kî ne. Qatilê zarokên me polîs in.
HÛN DIBÎNIN Û DIBIHÎZIN HINEKÎ JÎ BI AXIVIN
Altunışık, xwest ku hesabê kurê wê bê pirsîn. Ji bo kujer bê darizandin çi j destê min bê ez dê bikim. Dibe ku bê serê her kesî. Hemû kesên dibînin û dibihîzin divê bêdeng nemînin û biaxivin.
Bila kes nebêje nayê serê me. Kesên ku bêdeng bimînin dê bê serê wan jî. Hûn dibînin û dibihîzin, biaxivin jî."