ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Nîhat Baymiş ku 6 sale girtiye, ji Girtîgeha Şakranê rakirin nexweşxaneyê û tesbît pençeşêrê hat danîn. Birayê Baymiş, Vedat Baymiş, diyar kir ku birayê wî bi saxî ketiye girtîgehê û li wir nexweş ketiye û wiha got: “Divê dad ne tene ji bo zavayê Kadîr Topbaş ji bo hemû girtiyan bê pêkanîn.”
Girtiyê bi navê Nîhat Baymiş ê nexweşê losemiye û 6 sale li Girtîgeha Tîpa T hejmar 4 a Şakranê Îzmîrê dibîne 5 roje li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yeşîlyurt Ataturkê tevadiya kemoterapi dibîne. Baymiş ku dermankirina wî dinin ewlehiyê de dibome rewşa wî girane û gelek cihên laşe wî xira bûne. Hat diyarkirin ku xirabûna laşe Baymiş di astek bilinde ye û asta herî dawî ya pençeşêra xwînê dijî. Birayê Baymiş Vedat Baymiş ku ji Amedê hat Îzmîrê derbarê rewşa birayê xwe de agahî dan.
'DEMA KET GIRTÎGEHÊ SAXLEM BÛ’
Baymiş, da zanîn ku dema birayê wî ket girtîgehê tu nexweşiyên wî tunebûn û wiha got: “Saleke teşîsa losemî danîn bûn. Ligel ku birayê min 3-4 caran di girtîgehê de xwîn jê çû jî heba êşkujê dane û paşde vegerandin. 11 meh mane ku bê berdan. Rayedarên girtîgehê derbarê nexweşiyan de tu agahî nedan me. Dema li girtîgehê êş dikişand. Ligel ji rêveberiya girtîgehê re hat gotin jî gotin migrene û paşde şandin. Ji ber gihiştiye asta dawî mecbûr man ku rabikin nexweşxaneyê. Rengê wî reş bûye û di laşê wî de xirabûn çêbûye.”
DAD TENÊ JI BO KAVURMACI YE?
Baymiş, anî ziman ku divê dad ji bo her kesê bê pêkanîn û wiha pêde çû: “Zavayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş Omer Faruk Kavurmaci bi hinceta pirsgirêkên tendirûstî hat berdan. Divê cudakariyê nekin. Lê dada dewletê wiha ye. Dad ji bo girtiyên siyasî nayê pêkanîn. Bila girtiyên me yên nexweş berdin. Girtiyên siyasî bêyî sedem tên girtin.”