Greva birçîbûnê ya li Kadikoyê di roja 9’emîn de ye

STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hat destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo akademîsyen Nuriye Guşlmen û mamoste Semîh Ozakça ku li Kadikoyê hatibû destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike. Di roja 9’emîn de peywirdara lêkolînê ya Zanîngeha Zanyariyan Dîcle Ozturk dewr girt. Li qada çalakiyê ji ber rewşa hewayê kon hat vedan û dovîzên daxwazên Gulmen û Ozakça û peywirdarên civakê yên hatine îxrackirin hatin hilawîstin.

JI STO’YAN PIŞTGIRÎ

Bi armanca piştgiriya ji bo akademîsyenên di grevê de ne Komelay Koordînasyona Jinên TMMOB’ê yên Stenbolê dê li qadê bin. Dîsan di nava rojê de dê nûnerên rêxstinên girseya demokratîk û STO’yan ziyaretên piştgiriyê li darbixin.

Ozturk da zanîn ji bo ew piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û wiha got: “Ji bo vegerin ser karê xwe ev mirov ketin greva birçîbûnê. Em naxwazin kesek bimire. Em dixwazin pirsgirêk bê çareserkirin. Em naxwazin mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji bo dengê gülmen û Ozakça bê bilindkirin divê hemû kes piştgiriyê bide. Em livirin. Banga berxwedanê li her kesî dikin.”

Sibê dê ji Zanîngeha Kemal Burgaz Yrd. Doç. Dr. Lutfiye Bozdag grevê dewr bigire.