MÛGLA - Di qezaya ku li Marmarîsê qewimî de, hat hînbûn ku 20 jê jin, yek jê zarok bi giştî 24 kes mirine û 10 kes birîndar bûne.
Dema otobusa tûrê di çarçoveya çalakiya roja dayikan de ji Taxa Yaylacikê ya Bûcaya Îzmîrê ber bi navçeya Marmarîsê ya Mûglayê ve diçû qelibî. Di qezayê de 23 kes mirin û cenazeyên wan rakirin Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê. Agahyên nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan nehat zelalkirin, lê belê hat hînbûn ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane 20 jê jin, yek jê zarokeke keç bi giştî 24 kes mirin. Her wiha 10 kes jî birîndar bûne.