Dadgerê doza Hrant Dînk di dema danişinê hat binçavkirin

STENBOL - Di dema ku doza têkîldarî qetilkirina Hrant Dînk dihat dîtin ji dadgerên dozê Bunyamîn Karakaş ê di dozê de neamadebû li odeya xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Dema ku doza têkîldarî kuştina Hrant Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dihat dîtin û Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê Ramazan Yurek îfade dide serokê dadgehê nişkava navber da dozê. Di vê navberê de ji dadgehêr dozê Bunyamîn Karakaş ê ku wê demê li salonê neamadebû ji aliyê polîsan ve derket holê ku ji odeya xwe hatiye binçavkirin. Hate hinbûn ku li odeya dadger lêgerîn hatiye kirin. Li aliyê din jî di çarçoveya lêpirsîna li hemberî cemaeta Gulen de 192 dadger û dozgerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye ji wan 55 li Edliyeya Stenbolê dixebitin.