STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 268’emîn a “Rûniştina F” de bal kişandin se rewşa girtiyê nexweş Ahmet Bayar ê nexweşê cegerê ye û xwestin Bayar bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin vê hefteyê jî çalakiya 268’emîn li Qada Galatasarayê lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Bayar ê nexweşê cegerê ye.
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Endamê Komîsyona Girtîgehan Muharrem Kurşun bal kişand ser berdana zavayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Omer Faruk Kavurmaci û wiha got: “Em dixwazin hemû girityên nexweş bên berdan. Heta hemû girtiyên nexweş bên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
‘BI ZORÊ MUDAXELE DIKIN’
Parêzvana mafê mirovan Emîne Kuçukbumîn jî da zanîn ku hemû dewletên ku jiyana wan li ser kedxwarinê ye heman cilan li xwe dikin û wiha pêde çû: “Dewletên dijminê azadî û mirovanin, cilên wan ên li girtîgehan li xwe dikin qirêjtir bûne û bêmafî misogertir kirine. Dewleta Tirk di grevên birçîbûn û mirinê de bi zorê mudaxeleyî girtiyan kiriye. Mudaxelaya bi zorê û xweyîkirin kesan asteng dihêlê û dibe sedema mirina wan.”
Kuçukbumîn, anî ziman ku hemû dewletê zextkar li girtîgehan girtiyên nexweş derman nakin, terkî mirinê dikin û wiha axivî: “Ahmet Bayar ê nexweşiya pençeşêra cegerê pê re hey mînaka feraseta qetlîamkare. Di doza Bayar de 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Bayar ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragiritn, 2 sale tê dermankirin û ji ber pençeşêra cegerê li ser doşekê ye. Bayar asta herî dawî ya pençeşêrê dijî û rewşa wî her ku diçe xiraptir dibe. Em dixwazin Bayar û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.