ÎDÎR - Rêxistina HDP û DBP'ê ya Îdirê girtina 12 kesên di navde Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa jî heye şermezar kirin û xwestin bên berdan.
Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê di 9'ê Gulanê de 14 kes binçavkirin û di navde Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa jî heye 12 kes hatin girtin. Rêxistina HDP û DBP'ê ya Îdîrê bi daxuyaniyê girtina 12 rêveberên HDP' û DBP'ê şermezar kirin û xwest hevalên wan bên berdan. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, diyar kir ku wekî 4'ê Hezîranê dîsa li dijî endam û rêveberên wan operasyon hatiye lidarxistdin û endam û rêveberên HDP û DBP’ê hatine girtin. Adiyaman xwest hevalên wan bên berdan.