Girtiyê ku nayê dermankirin rewşa wî giran dibe

OSMANIYE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ji ber 24 kesên ku li Nisêbînê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tên ragirtin nayên dermankirin rewşa wan giran dibe. Bek, da zanîn ku wan agahiya hinek ji wan dest û lingên xwe windakirine gihiştiye ber destê wan.

Binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê didomin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku zextên li ser zarokên wan her roja diçe zêde dibin û mafên wan tên binpêkirin.

Nûnerê ÎHD’a Osmaniyê Necmettîn Ozkan, diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Osmaniyê dimînin bi awayekî sistematik rastî îşkence û zextan tê û wiha got: “Girtî bi binpêkirinan mafên ên cidî re rû bi rû ne. Saetên evdîtinê yên girtiyan bi keyfî tên diyarkirin û girtî rastî tacîza leşker û gardiyanan tên. Li gorî agahiyên me ji girtî û malbatên wan girtine; binpêkirin her roja diçe zêdetir dibin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi kelepçekirî tên dermankirin. Ji ber vê na pejirînin nayên dermankirin. 3 mehan carekê amûr didin wê. Kawişên wan ji aliyê gardiyanan ve tê lêgerîn û amûrên wan tên tevlîhevkirin. Em dixwazin ev êrîş û zext bi dawî bibin.”

JI BER NAYÊN DERMANKIRIN DEST Û LINGÊ XWE WIDA KIRINE

Parêzer Tugay Bek, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan didomin Û wiha axivî: “Girtî di nava ceza de tên cezakirin. Komek gardiyan di bin navê lêgerînê de her roj bi ser kawişên girtiyan de digirin û zextan li girtiyan dikin. Bi tu awayî pirtûkan nagirin girtîgehê. Girtî nayên dermankirin. 24 kesên bi birîndarî li Nisêbînê hatin girtin û anîn Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ji ber nayên dermankirin di hestiyên wan de xesarên mezin çêdibin. Agahiya hinek ji wan dest û lingên xwe windakirine gihişt me. Beriya niha jî nedihatin dermankirin û niha jî dermankirina wan jî nayê kirin. Dê di vê mijarê de hewldanên me çêbibin.”