Serokê Daîreya Îstîxbaratê: Min agahiya suîkasta Dink şand Stenbolê

STENBOL - Di rûniştina doza Hrand Dînk de Serokê Daîreya Îstixbaratê Ramazan Akyurek diyar kir ku wî agahiyên der barê suîkasta Dink de bi Midûriyeta Polîsan a Stenbolê re parve kir û got: "Midûrê Polîsan ê Stenbolê Celalettin Cerrah ji bo berpirsiyariya cînayetên bajarên xwe nede ser xwe derewan dike." Di rûniştina dozê de dadger hat binçavkirin.


Rûniştina doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink bi îfadeya bersûc û Serokê Daireya Îstixbarate yê wê demê Ramazan Akyurek berdewam kir. Rûniştina dozê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Edliya Çaglayên hat ditin. Di rûniştina dozê de bersûc Ogun Samast, Ali Fuat Yılmazer û Ramazan Akyurek amade bûn. Bersûc Yasîn Hayal, Mehmet Alî Ozkilinç, Ozkan Mumcu, Hamdî Ekbatan û Şukru Yildiz bi rêbazên SEGBİS'ê amade bûn. Di rûniştinê de Serokê Daîreya Îstixbaratê Ramazan Akyurek diyar kir ku wî agahiyên der barê suîkasta Dink de bi Midûriyeta Polîsan a Stenbolê re parve kir û got: "Midûrê Polîsan ê Stenbolê Celalettin Cerrah ji bo berpirsiyariya cînayetên bajarên xwe nede ser xwe derewan dike." Di rûniştina dozê de dadger hat binçavkirin."

Akyurek, diparastina xwe de wiha got: “Piştî ez ji Trabzonê qetiyam 8 meh şûnde li dijî Dink ev çalakiya menfur pêk hat. Yen der barê min de sucdariyên giran û îdîa ne. Ez 22 mehin girtî me. Ez wekî kesê ku di şaxa îstîxbaratê de agahiyan radigihînim, bi qasî malbata Dink xemgîn im. Ez dixwazim berpirsiyar bê dîtin. Dûcdariya der barê min de li min giran tê. Wekî ji bo kuştinê min rêxistin ava kiribe ez têm tawanbarkirin. Ez heta 8'ê Adara 2006'an li Trabzonê wekî midûrê polîsan mam. Li cihê ku ez ne peyvirdar im, jî wekî ez berpirsiyarim nîşan didin. Girtina min ne hiqûqî ye ji ber vê yekê bi zora min diçe. Ez bi hêvîme ku piştî darizandina adîl berpirsiyar bên ronîkirin û derkevin holê."


'DÎNÇ DIYAR KIR KU PÊDIVÎ Bİ OPERASYONÊ TUNE'

Akuyurek, anî ziman ku di serdema Midûriyeta polîsan de li dijî Hayal û koma wî operasyon nehat kirin û wiha got: "Hayal ev agahî ji îstixbaratê girt. Endamên îstîxbaratê agahiyan kom dikin û ji mercên eleqeder re dişînin. Midûryetên Şaxên îstîxbaratê jî li gorî qîmeta agahiyan ji maqamên eleqeder de dişîne. Nota agahiyêû nuçeyan aydî daîreya îstîxbaratê ye. Di vê çarçoveyê de midûrê şaxa Îstîxbaratê qîmet nedaye vê agahiyê.

Dema çalakiya li diji Dink pêk hat ez ji 17'ê Sibata 2006’an heta 8'ê Adarê li miduriyeta Polîsan a Trabzonê peyvirdar bûm. Di vê serdemê de ji bo em operasyonê pêk bînin tu agahî ji mere nehatiye ragihandin."