RIHA - Prof. Dr. Cengiz Erçin ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, wek bijîşkekî ku di salên 1980'an de bi qanûna xizmeta mecbûrî ew şandin bajarên kurdan wiha got: "Min nikaribû qîma xwe bi mirina mirovên ku min nanê wan xwar û zarokên wan ên ku li wir navê min li wan hat kirin bînim."
Hîndekarên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Prof. Dr. Umit Biçer û Prof. Dr. Cengiz Erçin ên ku ji ber danezana "Em ê nebin hevparên vî sûcî" îmze kirin bi Biryaranemaya di Hikmê Qanûnê (KHK) a di 1'ê Îlona 2016'an de hat weşandin hatin îxrackirin, dest nîşan kirin ku bi OHAL'a ku piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, di serî de zanîngeh û bi giştî jî tê xwestin ku hemû nêvengên fikra azad ji holê bên rakirin. Akademisyenan, diyar kir ku divê zanist ne di bin venêrîna îktîdarê de, li nêvengenên azad bê hilberandin. Akademîsyenan, anî ziman ku ew ê ji bo vê tim bitêkoşin û ew li pişt îmzeyên ku wan li dijî şer ji bo aştiyê avêtine bin.
‘ME DÎWARÊ TIRSÊ DERIZAND'
Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ê ku got, hilbijartinên 7'ê Hezîranê tune hatine hesibandin, dest nîşan kir ku nêvenga şidetê ya ku bi Komkujiya Pirsûsê dest pê kir û bi Komkujiya Enqereyê domand, li her kesî tirseke zêde peyde kiriye. Hamzaoglu, anî ziman ku ev tirs hemû civak hebandiye û wiha axivî: "Bi taybetî jî qedexeyên derketina kolanan ên li bajarê kurdan veguherî rewşekî bêdem. Me bi danezanê xwest ku dawî li binpêkirinên mafan û komkujiyên li bajarên kurdan tên kirin bên. Wek akademîsyenekî û welatiyekî vî welatî, ji ber ku muxatabê me dewlet e me ji dewletê xwest ku dawî li van bûyerêan bîne. Wek îmzevanan hîn jî em li pişt van daxwazên xwe ne. Wek kesên ku ewil bi KHK'yê hatin avêtin, me bi vê metnê kevirek avêt dîwarê tirsê yên li Tirkiyeyê avakirina wê tê xwestin û derzek mezin lê ket. Ji ber hat dîtin ku di warê rûxandina dîwarê tirsê de hewldanek heye, vê carê hewldanên bêdengkirin û tunekirina me hemûyan hat destpêkirin. Divê pêvajoya ku di Çileya 2016'an de li hemberî îmzevanên aştiyê hat destpêkirin wisa bê nirxandin."
Hamzaoglu, dest nîşan kir ku di serdema hikûmeta AK Partiyê de hejmara zanîngehan ji 2 qatî zêdetir bûne û wiha domand: "Hem di warê kadroyên xwe de, hem jî di warê derfetên xwe yên perwerdehiyê de em bûn şahidê zanîngehên ku tu wesfeke wan tune ye û di wesfa lîseyên pîşeyî de ne. Niha li gelek zanîngehan, gelek kursî hatine girtin. Em ê bibînin ku bê ka hilberîna zanistî ya herî kêm 20 an jî 30 sal danheviya wê heye, çawa tê mehandin. Derfet û motîvasyonên xebata zanistiyî winda kirine. Mixabin 2-3 sal şûn de em ê hemû bibînin ku, ka di îndeksên navnetewî de Tirkiye xwedî cihekî çawa ye."
‘ZANÎNGEHÊN DI BIN BANÊ ÎKTÎDARÊ DE TÊN XWESTIN'
Hamzaoglu wiha domand: "Ne wek cihê lêpirsîn û fikirînê, wek cihên îtiatê li zanîngehan dinihêrin. Yanî ne zanist, tenê wek cihên ku rasterat teknîkê hildiberînin li zanîngehan dinihêrin. Ev tê wateya tarîkirina pêşeroja Tirkiyeyê. Divê bê dîtin ku dê van sepandina li ser hevalên me yên ku li zanîngehan xwe bi rêxistin kirine, xwe li sendîkayan birêxistin kirine, xwe li odeyan birêxistin kirine jî bisepînin. A rast divê em ne bi KHK'yan dubare vegerin ser karên xwe, ji bo zanîngehên Tirkiyeyê neyên astengkirin divê em plan û projeyan çêbikin û li ser vî asasî bitêkoşin."
‘BI ÎXRACAN HAT XWESTIN KU AŞTIYÊ BÊDENG BIKIN'
Prof. Dr. Umit Biçer jî di destpêkê de wiha axivî: "Mirovên ku hewl didan ji bo civakê zanistê hilberînin, balê bikşînin ser pirsgirêkên civakê û travmayên vî welatî ji xwe re kirine dert, bi hinceta danezana aştiyê hatin îxrackirin. Bi îxracan hat xwestin ku li vî welatî aştî bê bêdengkirin. Hat xwestin ku daxwaza jiyana hevpar a mirovan bê tunekirin. Dema akademîsyenan got 'em ê nebin hevparê vî sûcî", bi vê xwestin ku balê bikşînin ser binpêkirinên mafan ên giran, îşkence û qedexeyên derketina kolanan, nedefinkirina cenazeyan, di sarincan de veşartina zarokan."
‘TERBIYEKIRINA ZANÎNGEHAN TÊ XWESTIN'
Biçer, anî ziman ku îxrac bi xwe re rûxandina nêvenga azad a li zanîngehan aniye û wiha domand: "Dixwazim mînakekê ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê bidim. Di 1'ê Îlonê de em 5 hîndekar ji fakulteya tibê hatin îxrackirin. Piştî vê hejmara mirovên ku xwestin teqawîd bibin an jî derbasî saziyên cuda bibin gihaşt 40'î. Êdî akademî ji dêvla ku li ser pirsgirêkên civakê hûr bibe, berhêlî xebatên ku ji aliyê pergalê ve tên pêşniyarkirin dibe. Bi ser nêvenga azad a zanîngeha ve diçin û bi vî awayî parastina fikra azad a hîndekaran û perwerdedayîna wan a di vî warî de tê astengkirin. Wateya vê çî ye. A rast ev li vê xakê li hemberî daxwaza aştiyê ya gelan êrîşeke cidî ye. Di warê parastina polîtîkayên şerî de terbiyekirina zanîngehan tê xwestin. Li hemberî hînkirina zanistê ya bi fikra azad, belkî êdî ne li nav kampusan lê di nav civakê de em tevî gel û gelan berprisiyariyekê vediguhêzînin. Wisa difikirim ku meseleya herî sereke ya li pêşberî kesên ji zanîngehan veqetiyan, hatin îxrackirin an jî menkirinê ev e."
‘NIKARIN DAXWAZA AŞTIYÊ ASTENG BIKIN'
Prof. Dr. Cengiz Erçin jî anî ziman ku ji ber wî aştî parastiyê hatiye îxrackirin û wiha got: "Aştî ew tişt e ku ji derman baştir e. Çimkî tişta ku hûn jê re dibêjin derman, hinek mîkroban dikuje û giyanewara din sax dihêle. Di biyolojiyê de beramberiya aştiya ku em diparêzin sembiyoza ye. Me li gor raçavkriina cudahiyên xwe, bêyî em xwe di ser kesî re bibînin û bi hêviya ku divê li vî welatî aştî çêbibe me ev danezan îmze kir. Bi taybetî li bajaran Danzena Cenevreyê hat binpêkirin. Ji ber ku em li hemberî dorpêçkirina bajaran a bi tank û topan derketin, me îmze kir." Erçin wiha axivî: "Di salên 1980'yî de bi qanûna xizmeta mecbûrî wek bijîşkekî ez şandim bajarên kurdan. Min nikaribû qîma xwe bi mirina mirovên ku min nanê wan xwar û zarokên wan ên ku li wir navê min li wan hat kirin bînim. Tu kes nikare ji bo vê bibe asteng."