MÊRDÎN - Li Dêrikê hema bêje rojê nêzî 12 saetan ceyran tê qutkirin û DEDAŞ hesabê cotkaran ku ne aboneyên wê ne jî bloke dike. Serokê Odeya Çandiniyê ya Dêrikê M. Faruk Temelli, diyar kir ku li Dêrikê cotkar perîşan in.
Li herêmên bajarên kurdan ên wek Amed, Riha, Mêrdîn û Dîlokê pirsgirêkên cotkaran bi dawî nabin. Yek ji pirsgirêkên wan a herî mezin jî ceyran e. Ji herêmên ku pirsgirêka wan a ceyranê heyeke, yek jê jî navçeya Dêrik a Mêrdînê ye. Li Dêrikê 100 hezar donim erdê ji bo çandiniyê heye. Ceyrana Dêrikê di dema tovgirtina berhemên cotkaran de tê qutkirin. Li aliyê din jî, her zeviya ku tê avdan DEDAŞ hesabê xwediyê zeviyê bloke dike. DEDAŞ hesabê hemû cotkarên ku ne aboneyên wê ne bloke dike.
'CEYRAN DI DEMA ŞÎNBÛNA TOV DE TÊ QUTKIRIN'
Serokê Odeya Çandiniyê ya Dêrikê M. Faruk Temelli, diyar kir ku ji sala 2013'an ve dema DEDAŞ hat kesîdekirin heta niha pirsgirêka ceyranê xilas nebûye û wiha got: "Li navçeyê rojê 12 saetan ceyran tê qutkirin. Bi taybet jî di dema tovgirtinê de. Ev yek bandoreke mezin li çandiniyê dike."
'JI 100 HEZAR DONIM 40 HEZAR NE ABONEYÊ DEDAŞÊ NE'
Temelli balê kişand ser rewşa cotkarên Dêrikê û wiha domand: "Ji 100 hezar donim erd, 40 hezar ne aboneyê DEDAŞ'ê ye. Xwediyê zeviyan erdê xwe bi ava golan av didin. Lê dema DEDAŞ dibîne, hesabê wan cotkaran bloke dike. Li Dêrikê cotkar perîşan in. Me ji bo van pirsgirêkan serî li gelek cihan da, lê tu bersiv nedane me. DEDAŞ kesî muxatab nagire."
'EZ NE ABONE ME, LÊ HESABÊ MIN HATIYE BLOKEKIRIN'
Cotkarê bi navê Abdulhalim Açilan jî yek ji cotkarên ku DEDAŞ'ê hesabê wî bloke kiriye. Cotkar Açilan diyar kir ku, li gel ew ne aboneyê DEDAŞ'ê ye jî DEDAŞ bi sedema zeviya wî avdayîye bloke daye ser hesabê wî.