Tan: Gel dikarê êrîşên li ser zimanê Kurdî rake

STENBOL - Hevserokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê a ku bi KHK hat girtin Sami Tan, bal kişand ser êrîşên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Divê Kurd ji bo vekirina dibistanên xwe hewl bidin û piştgiriê bidin xebatên ku tên meşandin.”

Kovara Hawarê di sala 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin. Kurd ji sala 2006'an û vir ve 15 Gulanê vê rojê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî bi çalekiyên cur bi cur pîroz dikin. Îsal jî dê li gelek deran bi çalekiyên cur bi cur bê pîrozkirin. Hevserokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê a ku bi KHK hat girtin Sami Tan balê kişand ser êrîşên li ser zimanê Kurdî û diyar kir ku, divê gel bi înîsiyatîfa xwe dibistanên zimanê kurdî vekin û xwedî li wan derkevin.

‘GELEK SAZIYEN JI BO KURDÎ XEBAT MEŞANDIN HATIN GIRTIN’

Tan bi pîrozkirina cejna zimane kurdî dest bi axaftina xwe kir û got ku, ew hevî dikin ku di rojên azad û demokratîk de roja zimanê kurdî pîroz bikin. Tan balê kişand ser êrîşên li ser zimanê Kurdî û wiha domand: “Gelek saziyên kurdan ê ku ji bo zimanê kurdî, çandakurdî xebat bi rê ve dibirin niha hatine girtin. Deriyê wan hatine qefilandin. Tiştên wan û avahiyan wan hatine desteserkirin. Ji bo vê yekê jî sazî nikarin di warê ziman de xebatên xwe bikin. Li gel ve yeke jî hinek sazî hewl didin ku tiştinan bikin.” Tan diyar kir ku, ji bo roja cejna zimanê kurdî dê gelek çalekî bên lidarxistin û dê ev roj bê pîrozkirin.

‘SAZIYÊN XEBAT DIMEŞANDIN HAT GIRTIN’

Tan anî ziman ku, di du salên dawî de li ser zimanê kurdî êrîşên dijwar çêdibin û wiha domand: “Di van du salên dawî de pêkûtiyên taybet li ser saziyên ziman hat meşandin. Di rastiya xwe de qaşo dibêjin ‘Tu astengî li ber zimanê kurdî tune ne’, lê di pratîkê de wisa naxuyê. Berî her tiştî derdor û saziyên ku di vî warî de rêxistinkirî, saziyên ku di vî warî de xebat dikirin, dikaribûn hinek guhartina çêbikin û di civakê de hişmendiyekê peyde bikin hatin girtin. Em bêjin hişmendiya parastina ziman, pêşvebirina hişmendiya ziman ji xweber pek nayê. Ji bo we rêxistin pewist e. Ji bo wê xebat, tekoşîn divê. Ew jî bi awayekî rêxistinî tê kirin. Bi komelayan û saziyên demokratik tê kirin. Niha rê li ber van saziyan tê girtin. Wekî din li zaningehên dewlete hinekî beş hatibûn vekirin. Lê li van deran jî gelek ji ber ku gelek akademisyen piştevaniya danezana aştiyê kirin hatin îxrackirin. Bo nimûne li Zanîngeha Artûklûyê 5-6 heval avêtin. Ew jî di beşên kurdî de dixebîtin. Ji bo zimanê kurdî dixebitin. Li zaningehên din jî her diçe bi taybetî beşên kurdî tên astengkirin. Pêşiya wan tê girtin. Wekî din qaşo li dibistanan dersên vebijerkî hene. Îsal tenê 3 mamoste hatin tayînkirin. Ji wan 2 jê ji bo kurmancî, yek jê jî ji bo zazakî. Ev jî tiştekî pêkeniyî ye. Em bêjin bi mîlyonan kurd hene, zimanê wan heye û daxwaza bi deh hezaran kesî ji bo kurdî heye, ji bo dersên vebijêrkî. Lê her carî hincetekî nişan didin. Dibêjin jiyana pêxember bigrin, carekî dibêjin dersa Qur'anê bigrin. Carina dibêjin mamoste tune ye. Ji ber vî awayî rê li ber van dersan te girtin. Wekî din bi dehan sedan mamoste ji kar hatine avatin. Hinek ji wan bi surgunkirinê rû bi rû mane."

Tan da zanîn ku, wan demekê di bin Zend Bilim Kültür Eğitim Basın Yayın LTD. ŞTİ. de xebatên xwe bi rê ve birine û wiha got: “Niha jî em xebatên xwe ye weşanê, weke şirketa ZEND'ê bi rê ve dibin. Wek şirketekê berê jî ZEND hebû. Ji enstituyê cuda bû. Tenê em xebatên, pirtûkê enstîtuyê çap dikin. Wekî Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dihat binavkirin, lê navê wê yê fermî ZEND Bilim Kültür bû. Wekî din piştî demekê komek hevalên me yên bi kurdî re eleqedar, mamosteyên zimanê kurdî, komeleyeke bi navê Komelaya Lekolînê ya Kurdî ava kirin. Niha xebatên dersan di bin navê vê komeleyê de tên meşandin. Ev komele ne xebateke enstîtuya kurdî ye. Ji ber Enstîtuya Kurdî weke komele hatiye girtin. Em bêjin deriyê wê hatiye mohrkirin. Tiştên ku tê de hemû hatine desteserkirin. Niha hîn jî mifteya saziyê teslîmî xwediyê we nekirine. Xwediyê avahiyê yê fermî çend caran çûye serî lê daye, lê bersivek nedanê. Ji ber wê jî niha xebatên enstituyê sekinîne. Tene xebata xwe ya weşanê dike. Wek Komeleya Lêkolina Kurdî jî xebatên ders an jî atolye yên ziman tên kirin.” Tan qala zahmetiye ku dikeşinin jî kir.

'DIVÊ GEL BI XWE DIBISTANÊN KURDÎ VEKIN'

Tan diyar kir ku, ji bo astengiyên li ser zimanê kurdî rabin divê hin xebat bên meşandin û wiha domand: “Berî her tiştî em ê li ber xwe bidin. Hişmendiya xwe ya ziman xurt bikin. Hevgirtina xwe xurt bikin. Rexistana xwe xurt bikin. Em ê ji hev hêze bigirin. Her yek ji me bi serê xwe çi qas hewld bide jî zêde encamê bi dest naxe. Xebat dema ku bimeşe, bi awayekî rexistînî divê bimeşe. Bi şexs pirsgirêk çareser nabin. Pirsgirêk heke çareser bibin wê bi awayekî girseyî çareser bibin.” Tan wiha axivî: “Divê kurd ji bo vekirina dbistanan hewl bidin. Bi taybetî divê ji bo zarokan kreşan vekin. Em bêjin li Kurdîstanê mesela hinek kreş hebûn û di bin banê şarederiyê de, ew hemû hatin girtin. Çawa tê gotin divê mirov ji dewletê ne li benda her tiştî be, divê em jî ji partiyê ne li benda her tiştî bin. Li ser HDP, DBP û partiyên din ên kurdistanî jî çewisandin hene. Di vê rewşê de ancax dikarin xebatên xwe yên sereke bi rê ve bibin. Ji bo ve yekê jî divê înîsiyatifên sivil, demokratik derkevin xebatên çand û ziman zêdetir bimeşinin û xebatên ku hatin kirin jî divê mirovên me xwedî li wan derkeve. Piştevaniya wan bike, da ev sazî mezin xurt bibin. Bi vî awayî em karin erîşên li ser ziman pûç bikin.”

Sadiye Eser - dihaber