Cenazeye kesên li Marmarîsê jiyana xwe ji dest dan didin malbatan


ÎZMÎR
- Cenazeye 24 kesên di qezaya Marmarîsê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan tên kirin.

Dema otobusa tûrê di çarçoveya çalakiya roja dayikan de ji Taxa Yaylacikê ya Bûcaya Îzmîrê ber bi navçeya Marmarîsê ya Mûglayê ve diçû qelibî û encamê de 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Cenzeyê 24 kesan anîn Îzmîrê. Piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Muglayê bi dawî bûn, bi wesayîtên cenzaye yên Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê ber bi Îzmîrê ve hatin rêkirin, hinek ji wan li Gasîlhaneya Goristana Buca Kaynaklar ên din jî li Gasîkhaneya Karên Definkirinê ya Navendê ya li taxa Yenîşehirê ye hatin bicihkirin.

Malbatên di saetên serê sibê de hatin goristanê din ava hêsirên çavan de cenazeyên xwe girtin. Hêjî ne hatiye diyarkirin ku dê ji bo cenazeyan merasîma komî bê kirin an na, tê payîn ku cenaze piştî nimêjên nîvro û êvarê bên veşartin.