WAN - Hevserokê KURDÎ-DER’a Wanê ya bi KHK’ê hatiye girtin Emîn Işik, diyar kir ku armanca dewletê ewe ku kurdî li her cihî qedexe bike û wiha got: “Divê em hemû kolan û malan vegerînin dibistanên ku perwerdehiya kurdî didin.”
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wekî her sal îsal jî ligel hemû zext û astnegiyan jî bi çalakiyên cuda li gelek bajaran tê pîrozkirin. Hevserokê KURDÎ-DER’a Wanê ya bi KHK’ê hatiye girtin Emîn Işik, diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’yên hatin derxistin gelek komele û saziyên zimanê kurdî hatin girtin û dibistanên kurdî yên di binya şaredariyan de ne jî piştî qeyûm hatin tayînkirin deriyên wan hatin mohrkirin.
‘DIVÊ EM HEMÛ MALAN BIKIN DIBISTAN’
Işik, da zanîn ku ligel zext, girtin û astengiyan KURDÎ-DER’a Wanê xebatên xwe yên ziman veguhastine taxan û wiha got: “Armanca dewletê ewe ku zimanê kurdî li hemû qadan qedexe bike. Divê em hemû kolan û malan vegerînin dibistanên ku perwerdehiya kurdî didin. Bi KHK’ê KURDÎ-DER hat girtin. Bi qeyûm jî hemû saziyên perwedehiya kurdî hatin girtin. Dewlet dibêje ger dê perwerdehiya kurdî bê dayîn divê dibin têkela me de be. Ji ber ku kurdî li gorî daxwaza xwe bikar tînin. Êdî kurdî tene li kolanan tê axaftin.”
‘SERDEMA EVREN JÎ DERBAS KIR’
Işik, anî ziman tehemula AKP’ê ya li dijî zimanê kurdî nemaye û wiha pêde çû: “Zextên li ser çand û zimanê kurdî ji dema Kenan Evren jî derbas kir. Li şûna zimanê kurdî wekî zimanekî fermî bipejirînin li hemû qadan qedexe dikin. Bi taybet li ser ciwanên kurd xebatên asîmîlasyonê tên meşandin. Armanca girtina komele û saziyên me asimlekirina gel û ciwanên kurde. Ev hemû nîşan dide ku dewlet ji ziman û çanda kurdî ditirsin. Gelê kurd ligel zextan ji boz iman û çanda xwe dê li berxwe bide.”
'LIGEL ZEXTAN JÎ DÊ ZIMANÊ KURDÎ BISERKEVE’
Işik, bi lêv kir ku zextên li ser zimanê kurdî, zextên di dema darbeya 12’yê Îlonê de ne û wiha axivî: “Li Wan û navçeyên wê hemû dibistanên kurdî ji aliyê qeyûm ve hatine girtin. Lê ligel vê yekê jî perwerdehiyên me li gelek taxên Wanê li malên gel berdewam dikin. Li Rojhilata Navîn zimanekî wekî zimanê kurdî zengîn û birengîn tune ye. Ji ber vê yekê çiqas qedexeyan deynin peşiya me bila deynin nikarin zimanê me tune bikin. Zimanê kurdî zimanê wêje û çandê ye. Li pişt wê bi milyonan gel heye. ligel hemû zext û qedexeyan jî dê zimanê kurdî biserkeve. Dewlet naxwaze zimanê kurdî azad bibe. Ji ber zimanê kurdî azad bibe dê fikrê azad pêşbikeve û dê civakek azad ava bibe. Ji ber vê yekê hertim qedexe dikin. Ez bang li hemû ciwanên kurd dikim ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila gelê me li malê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Divê hemû welatî mala xwe vegerînin malên perwerdehiyê. Divê em jî hemû malan vegerînin cihê perwerdehiyê. Divê ji îro pêde şoerşa zimanê kurdî pêk bê. Bi şoreşeke ziman, zimakê kurdî û gelê kurd dikare azad bibe.”