STENBOL - Çalakiyên piştevaniya greva birçîbûnê ya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ku 67 rojin di greva birçibûnê de ye didome. Ji çalakgeren li Kadikoyê Alk. Doç. Dr. Lutfiye Bozdag, diyar kir ku ew dê li têkoşîna Nûriye û Semih xwedî derkevin û têkoşîna wan mezin bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin dûrxistin di roja 67'an de berdewam dike. Li Kadikoyê jî çalakiya piştevaniyê ya dorveger di roja 10'an de li Qada Khalkedon a Kadikoyê berdewam dike. Ji zanîngeha Kemerburgazê Alk. Doç. Dr. Lutfiye Bozdag çalakî dewir girt. Tevî Bozdag Mislimanên Antikapitalist, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, (DGB) û Yekitiya Lîseyên Şoreşger, (DLB) û komek xwendrekar bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyê daxuyanî dan.
‘BILA HEVALÊN ME TÊXIN KAR'
Bozdag diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dest bi çalakiyê kirine û xwestin karê hevalên wan dîsa li wan vegerinin. Bozdag, anî ziman ku hevalên wan Gulmen û Ozakça 67 rojin di grevê dene û xwestin her kes piştgiriyê bidin wan. Bozdag, herî dawî anî ziman ku ew dê têkoşîna Gulmen û Ozakça mezin bikin û xwest her kes li têkoşînê xwedî derkevin."