Di Roja Dayîkan de pirsa cenazeyên zaroken xwe kirin

MÊRDÎN- Li Mêrdîn û navçeyên wê endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi boneya Roja Dayîkan daxuyanî dan û pirsa cenazeyên zarokên xwe yên hêj nehatine dîtin kirin.

Li Mêrdîn û navçeyên wê Qoser û Nisêbînê bi boneya Roja Dayîkan endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê daxuyanî dan û pirsa zarokên xwe yên hatine kuştin kirin. Daxuyaniya li Nisêbînê di avahiya DBP’ê de pêk hat û li ser navê dayîkan Latîfa Akyuz axivî. Akyuz bal kişand ser cenazeyên di dema pevçûnên qedexeya kolanan hatibû îlandkirin de jiyana xwe ji dest dabûn û hêj nehatine dîtin. Akyuz da zanîn ku wê jî hêj cenazeyê kurê xwe neditiye û wiha got: “Ji ber vê roja me dayîkan tune ye. Dewlet dibêje em ê kurdan xilas bikin lê belê em xilas nabin. Bila cenazeyên zarokên me bidin me.”

Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altug jî diyar kir ku ew jî roja dayîkên dilbiêş pêşwazî dikin û ev tişt gotin: “Warê me xirab kirin, zarokên me kuştin û cenazeyê me avêtin nava çopan. Em ê çawa roja xwe pîroz bikin?”

Piştî daxuyaniyê li Parka Demokrasiyê qurnefîl hatin belavkirin.

'HETA XWÎN BÊ RIJANDIN EM Ê ROJA XWE PÎROZ NEKIN'

Li Qoserê jî dayik li avahiya DBP’ê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayîka bi navê Xeflet Oncu destnîşan kir ku heya şer hebe û xwîn birije ew ê roja xwe pîroz nekin û wiha pêde çû: “Em roja Dayîkên Şemiyê û dayîka Taybet û tevahî dayîkên berxwedêr pîroz dikin. Em ê hertim şopdarê wan bin.”

Li Mêrdînê jî dayîkan li avahiya HDP’ê daxuyiney dan û di daxuyaniyê de gelek dayîk amade bûn. Li ser navê dayîkan Tirkan Durç axivî û wiha got: “Em di roja dayîkan de azadiya Rêber Apo ku kilîla aştiyê ye dixwazin.”