ÎZMÎR - Cenazeyên 24 kesên ku dema xwestin di Roja Dayîkan de biçin Marmarîsê qeza kirin rasedtî malbatên wan tên kirin. Zarokên ku dayîkên xwe windakirin bi gotina “Em nefret ji Roja Dayîkan dikin” dil dişewitîne.
Cenazeye 24 kesên k udi qezaya Marmarîsê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan tên kirin. Malbata 7 kesên ku cenazeyên wan anîn Goristana Yenî Buca ya li taxa Kaynaklar a Îzmîrê ye di nava hêstirên çavan de li benda definkirinê ne.
Cenzeyê Selda Altay, Hatîce Gullu, Ayşe Kolcu, Mubeccel Dedeoglu, Ayşe Nur Namli Arkan, Serpîl Kaldirimci û Mukerrem Salcan dema anîn mizgeftê qêrînên xizmên wan bilind bûn. Keçên Selda Altay Buse û Sude di Roja Dayîkan de destek qerenfîl danîn ser tabuta dayîka xwe. Xwarziya Hatîce Gullu Yamur jî li sertabûta xaltiya xwe hêsir barandin. Keça Ayşe Kolcu kızı Seda Kolcu jî tabuta dayîka xwe himbêz kir. Hevjînê Mukerrem Salcan Erdogan Salcan, tabut himbêz kir û hêsirên çavan barandin.
DAYÎKA XWE JI GUSTÎLA WÊ NASKIR
Dema cenzayê Zeynep Oksuz û hevjînê wê Kemal Oksuz hatin girtin 3 zarokên wan di nava hêsirên çavan de man û Pelîn Oksuz bi van gotina “Min ne ji rû ji diranê dayîka xwe dayîka xwe nas kir. Rûyê dayîka min ne dihat naskirin. Min ji gustîla dayîka xwe destê wê nas kir. Dayîka min pir nebaşe min jê re got pêşî nece” êşa xwe anî ziman. Hat zanîn bukên Oksuz Bîrcan Kiran li Marmarîsê li beşa lezgîn tê girtin û neviyên wê Ecrîn Okten jî birîndarin. Qêrîna zarokên Gulîzar Kiliç û Leman Kiliç ên jiyana xwe ji dest dan a “Em nefret ji Roja Dayîkan dikin” girse xist nava bêdengiyekê.
7 DAYÎK DÊ DI HEMAN DEMÊ DE BÊN DEFINKIRIN
Li aliyê din cenazeye Selda Altay, Hatîce Gullu, Ayşe Kolcu, Mubeccel Dedeoglu, Mukerrem Salcan, Ayşe Nur Namliarkan û Serpîl Kaldirimci anîn mizgefta Eyup Sultan a Bucayê. Piştî nimêjê dê cenazeye 7 dayîn bê definkirin.
2 CENAZEYÊN DIN HATIN WERGIRTIN
Cenazeye Zubeyde Çalik û Feray Akin ên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane di saetên serê sibê de ji Saziya Tiba Edlî ji aliyê malbatê ve hatin wergirtin. Xizmên Çalik û Akin, dema cenazeyên xwe girtin hêsirên çavan barandin. Cenaze bi wesayîta Şaredariya Kepez a Çalakkaleyê birin Çanakkaleyê. Di vê navberê de hat zanîn Akin a li Çanakkaleyê dijî xwestibû biçe serdana keça xwe Neslîhan a li Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê dixwîne.