Piştî 29 rojan hatin berdan

MÊRDÎN- Li Qoserê ji 3 welatiyên ku piştî 29 rojan derketin pêşgerê dadgehê 2 kes hat berdan yek jî hat girtin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê welatiyên bi navê Anıl A., Adem G. û Ercan N. yê ku beriya 29 rojan di sergirtina malan de hatin binçavkirin derketin pêşiya dadgehê. Adem G.û Anıl A. yê derketin pêşiya dadgehê hatin berdan, Ercan N. jî bi hinceta "Encamê rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tipa M a Mêrdînê.