Li ser gorên zarokên xwe Roja Dayikan pêşwazî kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayik, bi minasebeta Roja Dayikan li Amed, Sêrt, Şirnex û Stenbolê daketin qadan, diyar kirin ku ji bo wan xelata herî mezin aştî ye. Dayikan cîhanek ku hemû dayik karibin vê rojê pîroz bikin xwest. Li Amedê jî dayikan ev roj li ser gorên zarokên xwe pêşwazî kirin.

AMED

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bi minasebeta Roja Dayikan ji avahiya DBP’ê heta avahiya AKP’ê ya Amedê meşiyan û xwestin çelenga reş bi AKP’ê dakin. Endam û rêveberên DBP, KCD, HDP’ê û Parlamentera HDP’ê Sibel Yigitalp jî tev li çalakiya dayikan bûn. Dayikên ku ji avahiya DBP’ê ya Amedê derketin rastî barikata polîsan û TOMA hatin. Polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî pêşiya dayikan girt û destûr nedan biçin AKP’ê. Li ser vê yekê dayikan li pêş avahiya DBP’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

‘BILA DAYIKÊN LEŞKER Û DAYIKÊN GERÎLLA NEGIRÎN’

Dayikan piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê dayikan Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Koyun, diyar kir ku îro Roja Dayikan e û ew cîhanek ku qet zarok neyên kuştin û hemû dayik karibin vê rojê di nava aştiyê de pîroz bikin dixwazin. Koyun, anî ziman ku wan xwest li ser navê hemû dayikên ku zarokên xwe winda kirine çelenga reş bi AKP’ê dakin lê polîsan destûr neda û helwesta polîsan şermezar kir û wiha got: “Em dixwazin ku êdî ne gerilla û ne jî leşker bên kuştin. Em dixwazin êdî tu dayik negirîn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî diyar kir ku di Roja Dayikan de hêj dayik li hestiyên zarokên xwe digerin û xwest êdî rayedarên hikûmetê vê yekê bibînin.


Dayikan piştî daxuyanî dan bi girseyî çûn Goristana Yenîkoyê û gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Dayikan li ser gorên zarokên xwe dua xwendin û gul danîn ser gorên zarokên xwe.

SÊRT

Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li avahiya DBP’ê ya Sêrtê ji bo endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bernameyek pêk anî. Rêveberan çarikên spî diyarî dayikan kirin û li ser grîngî û wateya vê rojê axaftin kirin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Işikarslan, roja hemû dayikên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Li hemû cîhanê zarok roja dayikên xwe pîroz dikin û xelatan distînin, lê em dijberî vê yekê diçin ser gorên zarokên xwe vê rojê pîroz dikin. Em êdî hestiyên zarokên xwe dixwazin. Em êdî hestiyên zarokên xwe dixwazin û dixwazin zarokên me yên girtî bên berdan.

Endama Dayikên Aştiyê Hediye Suçî jî anî ziman ku ew aştî û azadiyê dixwazin û roja hemû dayikan pîroz kir.

ŞIRNEX

Rêxistina DBP’ê ya Cizîrê jî bi heman armancê dayikên ku di qedexeyên kolanan ên Cizîrê de zarokan wan ji aliyê dewletê ve hatin kuştin ziyaret kirin.

STENBOL

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî bi heman armancê li pêş Lîseya Galatasarayê daxuyanî da. Dayikan di çalakiyêde pankarta “Di Roja Dayikan de xelata herî baş aştî ye” vekirin û wêneyên zarokên xwe yên di şer de ji yana xwe ji dest dane rakirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rewşan Doner, xwest êdî hemû êş û jan bi dawî bibin û dayik di nava aştî û aramiyê de roja xwe pîroz bikin.

Endama Meclîsa Aştiyê Zeytin Soylu Ozdemir li ser navê dayikan daxuyanî xwend û wiha got: “Di bin siya şer de tu wateya vê rojê ji bo me tune ye.
Em diyak bi salan e aştiyê dixwazin. Em naxwazin tu zarok bên kuştin. Hêj dayikên wekî Dayika Taybet a 70 salî û Selamet Yeşilmen li pêş deriyên xwe û malên xwe tên kuştin. Hêj zarok tên windakirin û hestiyên wan tune.



ENQERE

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî bi heman armancê daxuyaniyan nivîskî da û roja dayikan pîroz kir.