Egîtîm Sen'ê piştgirî da Gulmen û Ozakça

MÊRDÎN- Şaxa Egitim Sen'ê ya Qoserê bi armanca piştgiriyê bide Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li avahiya xwe çalakyia rûniştinê pêk anîn.

Hîndekar Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ku bi KHK'ê hatin îxraçkirin ji bo dîsa mafê xwe bistînin 67 rojin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Şaxê Egîtin Sen'ê ya Qoserê jî bi armanca piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça li avahiya xwe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê Egîtîm Sen'ê Halîl Gokçen daxwiyanî xwend. Gokçen, diyar kir ku bi KHK'ê Hezar û 542 endamên wan hatin îxrackirin û bi giştî 105 hezar xebatkar hatin dûrxistin." Gokçen, diyar kir ku tenduristiya Gulmen û Ozakça her diçe xera dibe û xwest daxwazên endamên wan Gulmen û Ozakça werin qebul kirin. Çalakiya rûniştinê saet di 17.00'an de bi dawî bû.