Tekane şertê wan dîsa vegerin karê xwe

ENQERE - Dayik, parêzer, heval û dostên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 67 rojin ji bo vegerin karê xwe di çalakiya greva birçîbûnê dene, li kolana Yüksekê çalakî pêk anîn û piştgirî dan Gulmen û Ozakça. Dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça, anî ziman ku ew 67 rojin ji AKP'ê bi hêrs in û tekane daxwaza wan zarokên wan vegerin karê xwe û mafê wan bê dayîn e.

Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, 187 rojin li ber bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê di ber xwe didin. 67 rojin jî ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi silogana "Em karê xwe paşve dixwazin" bi biryarin heta mafê xwe bi dest bixin çalakiya xwe berdewam bikin. Piştgiriya ji bo Gulmen û Ozakça her diçe zêde dibe. Koma ku di navde dayika Nunirey Gulmen, parêzer û xizmên Nûnirey Gulmen û Semih Ozakça hebûn li Kolana Yukselê kom bûn û çalakî pêk anîn. Komê di çalakiyê de pankarta mezin a "Nuriye Gulmen û Semih Ozakça rûmeta me ye", Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" vekirin. Çalakgera Kadikoyê Betul Celep jî ji bo piştgiriyê hat qadê. Acun Karadag ê bi KHK'ê hat îxrackirin nivîskarê Starê Ersoy Dede rexne kir û got: "Tu kî ye, tu li ser navê kê gefan dixwe çi bi te ketiye? pirsî û anî ziman ku ew destûr nadin ku bi tu awayî mudaxaleya tibbî bikin.

Parêzrê Gulmen û Ozakça Engin Gokoglu jî anî ziman ku ev berxwedan ya hemû kesên mafê wan hatiye binpêkirin e û wiha got: "Em bang li Nivîskarê Rojnameya Starê Ersoy Dede û nivîskarê Rojnameya Yeni Şafakê Salih Tuna dikin. Heta niha berxwedan nexistin rojevê. Lê niha jî êrîş dikin. Bila werin vê berxwedanê ji hevalê me bipirsin. Em dê berxwedanê ji wan re bêjin. Berxwedana me mezin dibe. Yên ku bixwazin asteng bikin dê berî her tiştî me li pêş xwe bibînin. Em heta dawî li muwekilên xwe xwedî derdikevin."

Dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça jî anî ziman ku ew heta dawî li pişt zarokên xwe ne û tenê şertekî wan heye ku grev bi dawî bibe û wiha got: "Ji bo ku Ozakça û Gulmen dest ji çalakiya xwe berdin divê dîsa li karê xwe vegerin. Em 120 rojin ji AKP'ê aciz bûn. Niha em hem aciz hem bi hêrs û hem jî bi bertek in. Lê di 67 rojên dawî de em hêrs û aciz in. Hikûmeta di şevekê de bi KHK'ê bi hezaran kes îxrac kirin dîsa dikare bi gotinekê hemû kesan li karên wan vegerîne. Tenê daxwaza me vegera karê wan e. "