Pitika nexweş tevî diya xwe girtî ye

ÎZMÎR - Zaroka 75 rojî Betul Akdag ku nexweş e, ji 27'ê Nîsanê heta niha tevî dayika xwe Melek Akdag li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye.

Li Tirkiye gelek girtiyên nexweş nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş nayên dermankirin. Gelek zarok jî tevî dayikên xwe girtî ne. Girtîgeh duqat tije bûne. Zext û tundiya li ser girtiyan di serdema OHAL'ê de qat bi qat zêde bûne. Girtî hem rastî zextan tên û mafê wan tê binpêkirin û hem jî di nava şert û mercên gelek giran de dijîn. Yek ji girtîgehên Tirkiye ya herî zêde binpêkirina mafan lê dijî Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ye.

ZAROKA 75 ROJÎ TEVÎ NEXWEŞIYÊ GIRTÎ YE

Yek ji girtiyên nexweş zaroka 75 rojî Betul Akdag ku nexweşiya birova dev pêre heye ye. Akdag di 27'ê nîsanê de tevî dayika xwe hat girtin ji wê demê heta niha girtî ye. Melek Akdag ji doza Fethullah Gulen li navçeya Buca ya Îzmirê hat girtin. Berê jî hevserê hatibû girtin. Piştî dayik û bav Akdag hatin girtin, zarokên wan Betul Akdag a 75 rojî û Bahaddîn Salîm Akdag ê 4 salî man li derve. Xizmên Akdag Betul teslîmî dayika wê ya li Şakranê girtî kirin û zaroka 4 sali Bahaddin Salim Akdag jî niha li cem xizmên xwe dimîne.

DERMANKIRINA BETUL NÎVCO MA

Meta Betul Akdag Zeynep Bozkurt, diyar kir ku piştî bav û dayik hatin girtin neçar man ku bebeka 75 rojî teslîmi dayika wê bikin û xwest hikûmet ji bo dayikên ku zarokên wan hene hin sazkirinên nû bikin.
Bozdag, anî ziman ku Betul nexweş bû û li derve dihat dermankirin û piştî dayika Betul Melek hat girtin ew jî cem dayika xwe li girtîgehê tê girtin û dermankirina wê didome û wiha got: "Kurê wê yê 4 sali jî niha li cem me dimîne. Ji ber ku dayika wî hatiye girtin derûniya wî xera bûye.

Dapîrê Betul Akdag Mehmet Kardaş jî anî ziman ku Betul li girtîgehê bêtir nexweş ket û wiha got: "Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiya wê li wê girantir bû. Her dem digirî. Niha ez nizanim çima keça min girtî ye."


Derûnînas Dogan Korkmaz jî anî ziman ku tu girtîgeh ji bo derûniya zarokan ne guncav in û wiha got: "Divê zarokê 75 rojî ne girtî be. Ger ku zarok bên girtin ji civak û mirovan dûr dikevin. Bi temamî têkiliya wî û cîhana derve qut dibe. Divê çi dibe biba bibe zarok li gel dayik û bavên xwe neyên girtin. "