'Rayedarên Tirkiye îşkence li ciwanên Bab û Ezazê dikin'

HELEB - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rayedarên dewleta tirk li bajarên Bab, Ezaz, Qebasîn û El Raî ya Bakurê Helebê, bi hinceta li dijî pergala wan çalakiyan pêk tînin, bi dehan ciwanên heremê binçav kirine û piştî îşkenceya giran û dadgehê avêtine zindanan.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku leşkerên TSK'ê piştî bi riya komên DAÎŞ û rêxistinên girêdayî Mertalê Firatê bajarê El Bab dagir kir, dest bi pêkanînên tund a li ser gelên heremê kir. Li gor çavkaniyên heremê, TSK'ê bi riya komên girêdayî Mertalê Firatê yên wekî Sultan Murad, Cebhet El Şamiye û Ahrar û Şam, bi hinceta li hemberê sîstem, pêkûtî û ji bo dawî li dizî ya ji hêla komên DAÎŞ'ê ve tê kirin bê çalakiyan pêk tînin bi dehan ciwanên heremê digirin û davêjin girtîgehan. Li gor agahiyên ji hêla çavkaniya ji heremê hat dayîn, di 9’ê gulanê de ji hêla komek ciwanan ve li Bab, Qebasîn û Ezazê hemwext di kolanan de li hemberê sîstema “ewlehiyê” de çalakî lidarxistin. Di çalakiyên li Bab û Qebasînê de ji hêla endamên koma Cebhet El Şamiye ve êrîşên bi guleyan hat kirin û gelek ciwan birîndar bûn. Hat diyarkirin ku piştî êrîşê jî ji hêla çeteyan ve operasyonek girtina ciwanan daye destpê kirin. Hat ragihandin ku ev 5 rojin operasyon berdewam dike û ciwanên tên binçavkirin di kolanan de rastî îşkenceyê tên.

Endamekî koma Afhad El Selahaddîn ê li navçeya Qebasînê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ciwanên vir bi hinceta endamên komên Sultan Murad, Ahrar û Şam, Tecumma Festeqim Kama Umrit, Tugaya Semerqend û Cebhet El Şamiye, malên xelqê talan dikin û bi zorê xelqê derdixin, dîsa zilmê li gel dikin. Heman endamî destnîşan kir ku ev grubên çeteyan ji vê çalakiya ciwanan pir tirsiyane û got ku ji ber ku niha ketine nava panîkê hemû kurd û ereb ên li heremê li hemberê wan rabin û tevlîhevî çêbibe.

Ciwan ji hêla fermandarê ku bi talankariyê tê naskirin tên mahkemekirin

Ciwanê bi navê T.E. R ku li Babê ew jî rastî îşkenceyê ya di kolanê de hatî, diyar kir ku hem li Babê, hem li Qebasînê ji hêla komên çeteyan bi taybet endamên Tugaya Semerqend ve li heremê dadgehek ku li ser kanuna şeriyatê ya îslamiya sunî hatiye avakirin. T.E.R, diyar kir ku li Babê beriya du hefte dadgeha şeriyatê di avahiya ewlekariyê ku li nêzî mizgefta Şêx Farez e hatiye avakirin. T.E.R, anî ziman ku yên di van dadgehan de darizandinê dikin jî ew endamên çeteyan ku bi dizî û îşkenceya li ser niştecihan tên nasîn, pêk tê û wiha got: “Fermandarekî heremî yê bi navê Cemal ku li Babê û Qebasînê bi dizî û talaniya xelqên sivîl bi nav û denge ve ciwanên hatine girtin tên mahkemekirin.”

Li gor agahiyan dadgeha şeriyatê ya sunî û meclîsa şûra ya li Ezazê jî di Nexweşxaneya Ahli A’zaz de hatine bicih kirin.