Redkarên Wicdanî: Heta em çekan hilgirin dê dewlet hebe

STENBOL - Redkarên Wîcdanî diyar kirin ku zarokên gel ên bidin şerê ji bo rantê tune wiha gotin: "Heta em çeka dewletê hilgirin dê dewlet jî hebe. Li dijî vê yekê hewldan û xîreta me ya gel ji leşkerî sar bikin dê bidome."

15'ê Gulanê Roja Redkarên Wîcdanî ya Cîhanê ye. Ji sala 1997'an û şûnde her sal 15'ê Gulanê wekî Roja Redkarên Vicdani ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di 2013'an de Komeleya Redkarên Wîcdanî li Tirkiye hat avakirin. Redkarên Wîcdanî der barê 15'ê Gulanê Roja Redkarên Wîcdanî nerînên xwe parve kirin. Redkaran diyar kirin ku zarokên gel ên bidin şerê ji bo sermayedaran tune ye.

Redkarê Wîcdanî Utku Korkmaz ku di sala 2014'an de bi riya çapemeniyê reda xwe aşkere kir, diyar kir ku ji ber zilma zêde biryar da ku reda wîjdanî aşkere bike û wiha got: “Piştî ku em ji dayik bûn zayenda me hat diyarkirin. Li dibistanan sînor xistin nava me. Li leşkeriyê û piştî wê ji me ferz kirin ku em serî li hemberî dewletê, bav, edatan, polîsan bidewînin. Li gorî fermana wan tev bigerin. Pergala mêr, şeklê militer zêde kir. Min li dijî van tevan biryar da li dijî hêza mîlîtar tev bigerim.

‘HEWLDANA ME YA EM JI LEŞKERIYÊ SAR BIKIN DÊ BIDOME'

Dewlet ferz dike ku her kes bi zorê biçe leşkeriyê. Em dê bi biryar li dijî vê yekê derkevin. Em dê hewldan û xîreta xwe ya mirovan ji leşkeriyê sar bikin berdewam bikin. Ji bo jiyanê reda wîcdanî girîng e. Ji bo em jiyanê biparêzin em dê hêzê bidin reda wîjdanî. Divê her kes baş fam bike ku Reda Wîcdanî ji bo parastina jiyanê lazim e. Em dengê xwe derxin û em li dijî şer têbikoşin em dê karibin vî şerî rawestînin. Heta em çeka dewletê hilgirin dewlet jî dê li ser me hebûna xwe bidomîne. Li diji vê yekê hewldan û xireta me ya em gel ji leşkeriyê sar bikin dê bidome. Em wekî VR-Der dê her cureyên têkoşîna hiqûqî bidin redkarên wîcdanî. Kesên alîkarî bixwazin dikarin bi me bişêwirin. "

Ahmet Bay ku di 15 Gulana îsal (îro) de reda wîcdanî aşkere bike, diyar kir ku ew li dijî militarizm û şer radiweste û wiha got: Ji ber ku militarizm hem hebûna dewletê û hem jî hebûna îkdîdar û otoriteyiyê diparêze. Ez li vî welatî dijîm ez nikarin li hemberî vî şerê bêdeng bimînim. Ji ber vê yekê min leşkeriya mecbûrî red kir. Leşkerî ne parastina welat e. Divê kesên diçin leşkeriyê baş bifikirin ku leşkerî çiye û xizmeta çi dike. Tu zarokên gelên bindest ê bibin xizmetkarên şerê sermayadaran tune ye."