Destirêjiya 7 zarokan kir tenê 62 sal ceza lê birîn

AMED - Dadgehê, li Sabahattîn Ataş ê di navbera salên 2014 û 2016'an de li Sûrê destdirêjiya 7 zarokên 5 - 15 salî kir, tenê 62 sal cezayê girtîgehê birî.

Li navçeya Sûrê ya Amedê mêrê bi navê Sabahattîn Ataş di navbera salên 2014 û 2016'an de destdirêjiya 7 zarokên temenê wan di navbera 5 - 15 salî de kir. Ataş ê 33 salî, 7 zarokên ku 3 jê pismam in ên temenê wan 5-15 salî, di navbera salên 2014-2016'an de birin malên wan û destdirêjiya wan kir. Dadgehê li gel vî sûcî tenê 62 sal ceza da Ataş. Zarokên bi navê E.C. (10), E.S.C.(8) yên 2 salan rastî destdirêjiya Ataş hatin, piştî ji xwişk û dotmama xwe K.C. re gotin bûyer derket holê. Piştî bûyer derket holê, malbatê der barê Ataş ê destdirêjî kiriye de glî kir. Li ser vê yekê di Gulana 2016'an de lêpirsîn hat vekirin û Ataş hat binçavkirin. Derket holê ku Ataş ji bilî 2 pismaman destdirêjî 5 zarokên din kiriye. Li ser vê yekê heyeta dadgehê Ataş girt û şand girtîgehê.

DOZGER: ZAROK RASTÎ DESTDIRÊJIYÊ HATIN

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê bûyerê de îdîaname amade kir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger piştî îdîaname amade kir, diyar kir ku zarokên bi navê E. C., E.K., H.C., E.A., R.K., C.K. û E.S.C. rastî destdirêjiya Ataş hatiye. Dozger heta 65 salan ceza xwest. Dozger anî ziman ku bersûc Ataş di salên 2014 -2016'an de zarokê E.S.C. aniye mala xwe û destdirêjî kiriye. Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedêhat dîtin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Wezareta Polîtîkayên Malbatî û civakî jî mudahîlê dozê bûn. Rûniştina dozê di 9'ê Gulanê de hat dîtin û biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê der barê Ataş de bi sedema dest dirêjî 7 zarokan kiriye û bi sedema “Dest dirêjî zarokan kiriye" bi giştî 62 sal ceza birî. Heyeta dadgehê bi sedema ku fikara bersûc bireve biryara berdewama girtina Ataş da.